Çalakiya Leyla Guven di roja 176'an de ye 2019-05-02 09:22:33   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 176'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 176'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.   Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 163'yan de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 137'an de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 103'yan de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 111'emîn de, ya Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin di roja 138'emîn de,  ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 108'an de. Her wiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 138'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.    15 Girtiyan dest bi rojiya? mirinê kirin    Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 3'yemîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne wiha ne:  Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.   Çalakiya grevê ya parlamenteran   Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarîsaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dikin. Serdana parlamenterên çalakger a ji aliyê welatiyan ve jî berdewam dike.    Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin   Sedat Akin, Gurbet Ektîren, Mahsun Şen, Mûrat Aksin, Semra Alkan û Îhsan Sinmiş çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan, niha li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.    Kesên çalakî pêk anîn   Li bajarê Almanya yê Krefeldê di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê  li ber dadgehê bedena xwe dabû ber agir û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpetê Mahsûn Pamay, Li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T Siraç Yuksek, li Girtîgeha Tîpa T F Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakya fedayî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.