Dayika girtî: Em ji têkoşîna zarokên xwe hêzê digirin 2019-05-02 09:20:21   Şehrîban Aslan-Rengîn Azîzoglu   AMED - Girtiyê bi navê Muhammed Kartal yê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne, 63 roje di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Afîfe Kartal da zanîn ku ew ji têkoşîna ku zarokên wan didin hêzê digirin û wiha bang li Emîne Erdogan kir: “Zarokên te jî hene, hela bila keça te an jî kurê te çend rojan ji ber çavê te winda bibe, an jî tiştekî nexwe, venexwe tê  çi bikî?”    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ku bi armanca daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, didome û der barê daxwazan de jî tu pêngav nehatin avêtin. Ji girtîgeh Amed, Wan, Gebze û Bakirkoyê 15 girtî ji 30’ê Adarê şûnde ketin rojiya mirinê. Dayika girtiyê bi navê Muhammed Kartal yê 21 salî yê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne, Afîfe Kartal da zanîn ku heta encamê negirin wê li mala xwe rûnenin.   Afîfeyê der barê girtina Muhammed de axivî û got: “Kesekî ji derdora wî hat binçavikrin û der barê wî de hinek îdia kiribû. Piştre bi ser mala me de hat girtin û gotin Muhammed kurê te ye an na. Kesên li ser îfade dabûn her carê îfadeya xwe guhertin. Kurê min ji ber vê 11 mehe girtiye. Xwedê heqê me ji wan re nehêle.Kurê min ji 1’ê Adarê de ye girtiye. Gelek kîlo daye. Keça min di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da. Ez naxwazim kurê xwe jî winda bikim. Daxwaza zarokên me aşkera ye, zelal e. Tiştekî zor naxwazin. Niha zarokên me li ber mirinê ne. Ez bang li Emîne Erdogan dikim; Zarokên te jî hene, hela bila keça te an jî kurê te çend rojan ji ber çavê te winda bibe, an jî tiştekî nexwe, venexwe tê tu çi bikî? Misilmantî tenê bi serî girtinê ne pêkan e, bi nebihîstinê nabe.”   Afîfeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew ji zarokên xwe hêzê digirin û got heta ji destê wan bê wê li kolanan bin û got ew ji têkoşîna ku zarokên wan didin hêzê digirin.