Li Gundê Sarûncê jiyanek hevpar heye 2019-05-02 09:05:52   Dicle Demhat/Dilûcan Bozî    KOBANÊ - Jinên Gundê Sarûncê bi xweza û çandiniyê girêdayine, daxwaza wan ew e ku pirsgirêka avê li gundê wan çareser bibe. Jinê li gund dijîn tînin ziman ku li gundê wan jiyanek  hevpar heye û ew ji gundê xwe gelek hez dikin.     Gundê Sarûnc ê dikeve Rojhilatê Kobanê û girêdayî navçeya Çelebîyê ye di sala 1948'an de hat avakirin. Sarûncê ji du beşan pêk tê. Li gund du eşîr dijîn eşîra şêxederî û serxweşan, di aliyê Rojhilatê de eşîra şêxeyderî û serxweşan bi hev re dijîn. Ji aliyê Rojava tenê eşîra Serxweşan dijîn.   Navê Sarûnc ji qenalê avê hatiye, ji bo ku gundî debara xwe bikin qenalê avê ava kiribûn, di nava gundê Sarûnc de malên ax hene û hîna jî hînek malbat tê de dijîn. Gundî bi xwedîkirina lawiran û çandiniyê debara xwe dikin, di salên kevin de hejmara gund pir bû, lê ji ber tune bûna avê û êrîşên DAIŞ'ê gundî neçar man ku ji gund derkevin.   Niha jî gund ji 30 malan pêk tê. Di gund de komîn û meclîs hatine avakirin, tiştê herî bala mirov dikşîne çêkirina malnê ji axê, ji ber sedema lehiya zêde, hebûna tûpişkan gundiyan li kêleka malên kevin xaniyên bi pirîket lê kirine.   Di gund de hîna jî kêmbûna avê tê jiyî, bîra ku di gund de heye jî ava wê nayê vexwarin û nayê bikaranîn, lê ji ber neçarbûna avê mecbûr dibin  ava birê jî ji bo lawir û çandiniyê  bi kar bînin, ji ber ku av şor e, nayê bikaranîn. Têkîldarî mijarê jinên ku di vî gundî de dijîn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.   Zelîxe Hemze jî bal kişand ser çandiniyê û wiha pê de çû: "Em hîna jî bi çanda xwe ve girêdayîne û ji ber wê em heta niha jî di malên xwe yên ax de dijîn û jê razî ne. Weke ku tê xuyakirin jiyana gund mirovan bi xwezayê re dike yek û çanda xwe re jiyan kirin pîrozbahiya herî bi nirx e."   'Em bi hêvî ne kêmbûna avê were çareserkirin'   Feyroz şêx Bozan zehmetiyên ku di gund de dijîn anî ser ziman û got: "Di nava gund de  du eşîr bi hev re dijîn tu cudahî nakeve navbera me, ji ber ku me gelekî bi hev re cîrantiyê dikin. Gundî di aliyê kêm bûna avê de zehmetiyan dikşîne û gelek caran me daxwa anîna avê kiriye, lê heta niha çareser nebûye."   Jina bi navê Gulê Hemze jî herî dawî daxwaza xwe ya ji bo anîna avê anî ser ziman û wiha got: "Em bi hêvî ne ku çareseriyek ji kêmbûna avê were dîtin, baweriya me mezin e."