Li gelek bajaran bi pîrozbahiya 1'ê Gulanê hat xwestin ku tecrîd bi dawî bibe 2019-05-01 17:35:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û gotin: “Vê qîrînê bibihîzin. Bila mirin rawestin û tecrîd bi dawi bibe. Bila zarokên me bijîn.”    Li gelek navendan bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîrozbahî û meş hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de hat xestin tecrîd demildest bê rakirin da ku çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin.    Dêrsim   Hêzên ked û demokrasiyê yên Dersimê jî li Qada Seyît Riza pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xistin. Girseyê dirûşm berz kirin û pankartên peyamên girîng li ser bûn vekirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Gurbuz Solmaz axivî û bal kişand ser krîza aborî û felaketên aboriyê. Solmaz got ew şer naxwazin û demildest aştiyê dixwazin û bila aştî li vî welatî serdest bibe.    Sêrt   Li Sêrtê jî karker û kedkaran li Qada Sêrtê pîrozbahiya 1’ê Gulanê pîroz kir. Karker û kedkaran li ber def û zirneyê govend gerandin. Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik jî beşdarî pîrozbahiyê bû. Serokê Şaxa Belediye-Îşê Halît Akinay li dijî kedxwariya karker û kedkaran axaftin kir û xwest daxwaza karker û kedkaran bicih bên.   Riha   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li ber Navenda Kar a Bahçivanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xistin. Gellek kedkar û karker, parêzvanên mafên mirovan û hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û gellek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Rihayê Adîle Oncel axivî û cejna karker û kedkaran pîroz kir û got: “Bêyî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin, bila tecrîd rabe û daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.”    Dîlok   KESK, DÎSK, TMMOB, Turk-Îş û TTB’ê li Dîlokê pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xistin. Pîrozbahî li Parka Kirkayak pêk hat û rêveberên HDP, EMEP, DBP, SYKP, TİP, KKP, Partiya Çep a Kesk, TKP, ODP, CHP û parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî mitîngê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” hat berzkirin. Piştî axaftina nûnerên saziyên kedê, peyama dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ye hat xwendin. Dayikan di peyama xwe de got divê hikumet daxwaza bi hezaran girtî bibîne û hêj ku darbest derneketine divê hikume gav biavêje.    Mereş    Li Navçeya Nurhaqê ya Mereşê jî 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Rêveberên HDP, CHP, ESP û KESK’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Karker û kedkaran li ber def û zirnê govend gerandin.