Ji bo 1'ê Gulanê li Mexmûrê meş hat lidarxistin 2019-05-01 17:33:39   MEXMÛR - Bi boneya 1 ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê  bi pêşengitiya karkerên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) meşek hat li darxistin. Piştre daxuyanî hat dayin.  Di daxuyaniyê de hat gotin cihê berxwedan lê hebe wê serkeftin were bidestxistin.   Bi boneya 1 ê Gulanê Roja Karkerên  Cihanê bi pêşengitiya karkerên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) meşek hat li darxistin. Saet d 14.00'an de  li ber sazıya malbatên Şehîdan meşê dest pê kir li ber nevenda çand û hunerê ji bo têkoşerên azadiyê deqek rêz hat girtin.  Daxuyani ji aliye mamoste Ahmed Apaydin  ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Cihê berxwedan lê hebe wê serkeftin were bi dest xistin. Ji bo her zindiyek ji bêhna jiyanê bê par nemine li gorî hêza xwe dibe kedkarê jiyanê. Di jiyanê de yê li himberî hemu şert mercan li berxwe dide mirov e, ji bo mirova jiyanek bi wate pêwistî bi têkoşînekî xurt heye. Ked nasnameya mirovan û civakê ye. Ji bo wê mirova çiqas xebat bike ewqas dikare jiyana xweşik bide ava kirin.    Piştî derketina pêlên ciwanên şoreşger û partiya karkerên kurdistanê li bakurê kurdistanê û li tirkiyeyê bandorek mezin li ser gelê kurd  kir. Bi derketina partiya karkerên kurdistanê carekdin ev roj jindar kir, ev yek bu dengê hemu gelên bindes û azadîxwaz. "   Di dawiya daxuyaniyê de banga xurt kirina tekoşînê li gelê kurd hat kirin û wiha hat gotin:" Ew kesên ku ji bo jiyanek azad berxwedanê didin meşandin em vê rojê li wan pîroz dikin ji wan hemuyan re serkeftin dixwazin. " Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bijî 1'ê Gulanê","Bijî Serok Apo" bi dawî bû.