Li qada 1'ê Gulanê li dijî tecrîdê zincîra jiyanê 2019-05-01 16:37:34   AMED - Di Pêşengiya KESK'ê de bi dirûşma "Em ê aştiyê bînin vî welatî" di Mîtîgna 1'ê Gulanê ku hat lidarxistin de girseyê bal kişand ser grevên birçîbûnê.  Dayikên ku li qadê zincîra jiyanê ava kirin xwestin ku ji bo çalakiya grevê demildest gav bê avêtin.    Di pêşengiya Platforma Şaxan a Federasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK)  û ya Ked û Demokrasiyê de bi dirûşma "Em ê Aştiyê bînin vî welstî" 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê hat pîrozkirin. Li qada Îstasyonê ku pîrozbahî lê hat lidarxistin pankartên "Bijî 1'ê Gulanê" , " Em ji bo aştî û kedê lê qadan e", "Zimanê me rûmeta me ye" hatin daliqandin    Bi dirûşman ketin qadê   1'ê Gulanê bi pêşengiya Federasyona Sendîkayên Kedkar a Cemaweriyê (KESK), Platforma Şaxên Amedê û Platforma Demokrasiyê ya Kedê ve bi dirûşma "Em ê aştiyê bînin li vî welatî" li qada Îstasyona Amedê mîtîng li dar dixe. Qada mîtîngê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), KESK, Odeya Tabîban a Tirk (TTB), CHP, Partiya Komînist a Kurdistanê (KKP) û Sendîkaya Rojnemegerên Tirkiyeyê (TGS), bi pankartên xwe tevlî mîtîngê bûn. Her wiha jinên ku li Bazara Jiyanê dixebitin tevlî mîtîngê bûn.    Laçikên spî astengî nas nekirin   Polîsan li ser biryara walîtiyê demek dirêj kortejên bi laçikên spî asteng kir. Piştî nîqaşên li gel polîsan bi hezaran kes bi dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Jin jiyan azadî û “Bijî Yek Gulan” û laçikên xwe yên spî li qadê cihê xwe girtin.    Dirûşma li qadê ' Bijî berxwedana  zindanan'    Di mîtînga hat lidarxistin de Parlamentera DHP'ê Remziye Tosun, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanri Kulu,  Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Meclisa Dayikên Aştiyê, Sendîkaya Pedrolê, TMMOB, Partiya Kedê, ESP, TJA,  Koma Berxwedanê ya Amed Sporê ya Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û rêveberên HDP, DBP'ê yên bajar û navçeyan û gelek kedkaran cih girt.    Mîtîng bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Di merasîma rêzgirtinê de dirûşmên " Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Piştî rêzgirtinên li ser navê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Hasan Hayrî Eroglu axivî. Hasan diyar kir ku ji bo cîhaneke bê sînor, ji bo xwedîderketina li tazmînata qidemê, ji bo edalet û siberojeke xweş îro pêdivî bêhtir bi rêxistinbûnê heye.    Ji Komîteya Amadekar a Tertîbê Esra Adem Has jî diyar kir ku ew cejana kedkarên bedelên giran dane pîroz dike.   Rêveberiya Komîteya Meclisê ya KESK'ê Gulîstan Atasoy jî diyar kir ku ew ji bo rojên bi hilberîn îro li qadan e û wiha got: "Ez li hember bîranîna şehîdên Gulanê yên 77'an ên Taksîmê bejna xwe ditewînim û hemû kesên berxwedêr silav dikim."   'Ger ku tabût derkevin wê aştiya civakî bê astengkirin'   Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha got: "Em nikarin kesên ku li hember berxwedêrên bedena xwe mirinê re razandine bêdeng dimînin fam bikin.  Ne pêkan e ku em qêrîna dayikên zarokên wan di çalakiyê de ne nebihîzin. Ger ku em çalakiya dayikên nobedar ji nedîtî ve bên û tabût ji girtîgehan  derkevin wê aştiya civakî bê astengkirin. Çawa me di 31'ê Gulanê de astengî têk birin em ê îro jî têk bibin bijî 1'ê Gulanê."   'Em xwedîyê rastîn ê vî welatî ne'   Hevserokê Odeya Tabîban Halîs Yerlîkaya jî ev tişt got: "Em welatekî ku bi sedemên siyasî kes neyên girtin, welatekî ku li gorî qanûnên xwe tê rêvebirin ê azad dixwazin. Xediyên rastîn ên vî welatî em in. Em ê rojên xweş bibînin bijî 1'ê Gulanê."    Ji dayikan zincîra jiyanê    Dayikên çalakgerên greva birçîbûnê bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” zincîra jiyanê ya ji mirovan pêk anîn. Dayikan dirûşmên, "Leyla Guven rûmeta me ye berz kirin", "Ji îrmraliyê re selam"   'Ji ber ji zimanê Aştiyê yê Brêz Ocalan tirsiyan tecrîd kriin'   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk herî dawî axivî û wiha got: "1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê hat pîrozkirin. Greva birçîbûnê ya di pêşengiya Leyla Guven de li zindanên Strasbourgê didoma. Rêberê Gelê Kurd  birêz Abdullah Ocalan piştî ku tecrîda li ser giran bû êrîlşên zîhniyeta yekparêz jî zêde bûn. Dayikên li ber Girtîgeha Gebzeyê hatin dafdan ev nezîhniyeta polîs ev zîhniyeta îkdtîdarê ku bi polîs daye qebûlkirin e.  Daxwaza hevalên me meşrû ye ne daxwazeke ku neyê qebûlkirin e. Em bang li hikûmetê dikin ku li gorî qanûnên xwe tevbigere. Berdan anî ziman ku gelê kurd Rêberê PKK'ê ji bo xwe îrade dibîne û ev îrade nikare bê tecrîdkirin."   Piştî axaftinan mîtîng bi govendê bi dawî bû.    Êrîşê Meşa dayikên laçikspî kirin   Dayik û xizmên laçik spî yên zarokên wan li dijî tecrîda Îmraliyê di rojiya mirinê û grevên birçîbûnê dene yên beşdarî mîtîna 1’ê Gulanê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê bûn, li qada mîtinê ji mirovan zinçîr çêkirin û bal kişandin ser çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.   Dayikan li qada mîtîngê banga seferberiyê kirin û piştî ku mîtîng bi dawî bû ber bi  Parka Koşûyolû ya Navçeya Rezan a Amedê dest bi meşê kirin. Polîsan li Dûryana Ofîsê pêşiya jinan girtin û destûr  nedan ku bi meşin. Xizmên girtiyan ên heya demekê bi polîsan re nîqaş kirin, berê xwe dan Kolana Hûnerê û meşiyan.