'Bi rîtma qada 1'ê Gulanê dilê me lê dide' 2019-05-01 12:59:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag ji girtîgehê peyama 1'ê Gulanê şand.    Bi munasebeta 1'ê Gulanê Roja Ked û piştgiriyê li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê kedkar, karker, ciwan di serî de civakên cuda ji bo daxwazên xwe bînin  ziman diherikin qadan. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag ji girtîgehê peyama 1'ê Gulanê şand.    Figena di Girtîgeha Kandirayê de girtiye bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:   "Bi rîtma qada 1'ê Gulanê dilê me lê dide. Grev grev serîhildan serîhildan. Bijî 1'ê Gulanê."   Ev peyama tevî videoyekê hat parvekirin.