Li Gebzeyê êrîşî çalakiya nobetê ya malbatan kirin 2019-05-01 12:10:45   KOCAELÎ - Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne ku ji bo piştgiriyê bidin xizmên xwe li ber Girtîgeha Gebzeyê xwestin çalakiya nobetê bigirin carekedin hatin astengkin.   Çalakiy xizmên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne a li ber Girtîgeha Tpa M ya Gebzeyê di roja xwe ya 23'emîn de hat astengkirin. Malbat ji bo ku bi laçikên xwe yên spî tevli pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibin vê sibehê di saetên zû de xwestin li ber girtîgehê çalakiya xwe pêk bînin. Lê çalakiya ximên girtiyan ku dabûn destpêkirin di roja 23'emîn de jî hat astengkirin.    Hevserokên DHP'ê hatin derbkirin   Polîsên ku malbat dorpêç kirin, diyar kirin ku çalakî qedexe ye û ew ê destûrê nedin. Malbatan bertek nîşanî polîsan dan û gotin ku ewê ji ber girtîgehê veneqetin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan jî êrîşî dayikan kirin û ew bi erdê re kaş kirin. Di wê naberê de hevserokê HDP'ê yê Gebzeyê Îdrîs Ay, ji aliê polîsan ve hat derbkirin û binçavkirin.   Dayikan diyar kir ku ew ê sibe dîsa li heman cihî çalakiya xwe berdewam bikin û dawî li çalakiya xwe ya îro anîn. Îdrîsa Ay ê ku hat binçavkirin jî serbest hat berdan.