Zextên li ser girtiyên di grevê de zêde bûn: Şekir û lîmon nayê dayîn 2019-05-01 09:08:31   BAYBURT - Hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de xwê, şekir û lîmon nayê dayîn, kontrolên wan ên rutîn nayên kirin.   Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin, bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome û ji 30’ê Nîsanê şûnde jî 15 girtiyî dest bi rojiya mirinê kir. Li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê jî ku 6 girtî ji 6’ê Çile de û ji 1’ê Adarê de jî 40 girtî di grevê de ne, hat hînbûn ku rêveberiya girtîgehê şekir, lîmon û xwê nadin wan, kontorolên wan nayên kirin.   ‘Silavdayîn qedexe ye’   Girtîgeha ku di demên dawî de her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê, girtiyên ketibûn grevê xistibûn hucreyan û cezayê hevdîtinê hatibûn dayîn. Li gorî agahiyên malbatên ku çûbûn hevdîtinê, ji bo girtiyên ji 1’ê Adarê de di grevê de ne xwê, lîmon û şekir nayê dayîn û 6 girtiyên 100 roj zêdetir e di grevê de ne jî kontrolên wan ên rutîn nayên kirin. Malbatan wiha gotibû: “Di hevdîtina vekirî de li dora her maseyê bi dehan gardiyan hene. Ji maseyekê ji bo maseya din axaftin, silavdayîn jî qedeye. Em nikarin silavê bidin girtiyên din. Dema em silavê didin dibêjin ‘qedexe ye li ber xwe binêrin.' Kontrolên girtiyan nayên kirin.”   Arîn Mîrkan di 23’ê Nîsanê de ‘zarok’ hat hesibandin   Zaroka bi navê Arîn Mîrkan a 5 salî ku bi dayika xwe Vesîle Yuksel re girtiye, hat hînbûn ku di 23’ê Nîsanê de gardiyanan xwestiye wê bibin derve û bigerînin û dayika wê Yukselê jî bertek nîşan daye û gotiye: “Hûn li vir wek girtî nêzî wê dibin. Hûn ê niha jî bibin derve bigerînin?”