'Felsefeya Abdullah Ocalan di mêjiya me de roj bi roj mezin bû' 2019-05-01 09:03:05   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Dayika bi navê Esmahan Ehmed a ji Efrînê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî û got: "Em ê bi îrade û berxwedana xwe tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin."   Dayîka Esmahan Ehmed a ji Efrînê û niha li Navçeya Ehdas a Şehbayê bi cih bûye, li ser hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî û wiha got: "Xweziya wê kêliyê ku min Rêberê mirovahiyê dîtiye. Xwezî min ew dîsa bidîta. Min di sala 1997'an de Serok Apo li Bajarê Helebê dît, min bawer nekir ku ez Serok Apo bibînim û bi wî re biaxivim. Ez di wê demê de pir kêfxweş bûm, rojekê em bi Serok Apo re man, lê em ji dîtina wî têr nebûn."   'Heta roja îro fikra azadiyê ya me didome'   Esmahanê di zor û zehmetiyên ku di demê borî de jiyîne anî ser ziman û wiha got: "Tevî zilm û şideta rejima Sûriyeyê  me dev ji karê xwe berneda û xizmeta gelê xwe me dikir. Xwesteka me ew bû ku em fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi gel bidin naskirin. Em wek gel xwedî îrade ne. Tu carî zilma dijmin nikaribû fikira Serok Apo ji dilê me derxe û heta roja îro ev fikir bi me re mezin dibe."   'Dîwarên Îmraliyê li hember berxwedana me nabe asteng'   Esmahanê di berdewamiya axaftinê xwe de bal kişand ser Îmraliyê û wiha pê de çû: "Bila dijmin qet nefikire ku em ê ji Serok Apo qut bibin an ji bîr bikin, ji ber ku em bi fikra wî îro dijîn û dîwarên zîndana Îmraliyê li hember me nabe sînor, em ê her roj di nava çalakiyan de bin û berxwedana xwe berdewam bikin heta Rêber Abdullah Ocalan ji Îmraliyê azad dibe."   'Em ji bo azadiya Serok Apo her tim amade ne'   Esmahanê herî dawî hêviya xwe anî ser ziman û got: "Em di wê baweriyê de ne ku careke din Serok Apo di nav xwe de bibînin û em ê Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan ji zindanê azad bikin, em ê heta dawiyê bi fikra Serok Apo kar bikin, em ji bo azadiya Serok Apo her tim amade ne."