'Kedkara herî mezin jin e' 2019-05-01 09:01:59   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endama Rêveberiya Rêxstina Sara ya li dijî Tundiya li ser jinê Şêrîn Mislim bi munasebeta roja karkeran ya Cîhanî got: "Kedkara herî mezin jin e, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ya ku herî zêde ked û bedel dan dayîk bûn û yên ku pergala demokerasiyê pêş xistin û parastin jî jin bûn."   Di sala 1856'an de kedkarên Avusturalya, piştre kedkarên Amerîkayê, Kalîforniyayê ji bo kêmkirina saetên xebatê daketin qadan û li dijî pergala dewletê derketin. Raperîna Kedkaran encam girt û di sala 1872'an de ji bo kedkaran zagonên parastina mafên wan derketin. Piştî wê bi demekê raperîna kedkarên Amerîkayî di cîhanê de deng veda, loma jî kedkarên hemû cîhanê daxwaza mafên xwe kirin, bi vê yekê jî di sala 1891'an de 1'ê Gûlanê weke roja Kedkarên cîhanî hat ragihandin û ew roj fermî betlane ye û her sal li seranserê cîhanê kedkar dadikevin qadan.    'Dayikan bi keda xwe agirê Şoreşê geş kir'   Endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiya jinê Şêrîn Mislim di destpêkê de 1'ê Gulanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû karker û kedkran pîroz kir û wiha got:"Aramî û serkeftinên ku em îro dijîn hemû bi saya şehîdên me ne, şehîdên me zarokên dayika xwe ne, loma jî keda herî mezin ya dayikan e. Jinan tiştê herî giranbuha ango kezebên xwe feda kirin ji bo azadî û aramiya welatê xwe. Dayikên me bi tilîlî û kêfxweşî zarokên xwe dispêrên axa welêt ya rizgarkirî. Ji ber vê yekê jî dema ku em qala kedê bikin, hêjaye ku em kedkara herî mezin jinê bi bîr bînin. Dayikan bi keda xwe agirê Şoreşê geş kir."   'Jin bingeha parastin û avakirina pergala demokrasiyê ne'   Şêrînê destnîşan kir ku jin bingeha parastina Şoreşê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo destpêkirin û bi serxistina şoreşa ku hatibû rêxistin kirin, kedeke mezin pêwist bû. Her wiha ji bo avakirina pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî bedel û kedeke bêhampa hat dayîn. Yên ku ev şoreş mezintir kirin û ev pergal parastin jin bûn. Ji bo vê jî em silav û hurmetên xwe ji bo kedkarên herî mezin re dişînin û vê rojê li wan pîroz dikin."