Ji KCD'ê banga lezgîn: Em bang li hemû kesî dikin ku bikevin tevgerê 2019-04-30 14:14:57   NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê bal kişnad ser rojiya mirinê ya 15 kesan a li gel greva birçîbûnê û wiha got: "Çalakiya rojiya mirinê di serî de ji bo gel û saziyên me ji bo ku hemû raya giştî ya netweyî û navnetweyî bikeve tevgerê bangeke lezgîn e. Ji ber vê em bang li raya giştî û hemû saziyan dikin ku bi awayekî lezgîn bikevin tevgerê."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rojiya mirinê ya 15 kesan a li gel greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û ev tişt got: "Di daxuyaniyê de işaret bi grevên birçîbûnê hate kirin û hate bibîrxistin, ji ber xemsarî û nedîtîhatina dewletê, 15 girtiyên ku 136 roj in di greva birçîbûnê de ne biryar dane bikevin rojiya mirinê. Çalakiya greva birçîbûnê di asteke krîtîk de ye ku di her kêliyê de dibe ku mirin rû bide."   'Erka her kesî ye ku dengê xwe bilind bikin'   KCD'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de  diyar kir ku nepêkane rewşenbîr, raya giştî, saziyên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan li pêşberî vê rewşê bêdeng bin û destnîşan kir ku daxuyaniyên tên dayin gelekî lawaz in û zextê li hikumetê nakin ku gavê biavêje. Erka her kes û saziyê ye ku bi lezgînî dengê xwe bilind bikin, qîrîna malbatên girtiyan bibihîzin û piştgiriyê bidin wan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, "Divê were zanîn, yên ku îro ji wezîfe û berpirsyariyê direvin wê ji mirovahî û dîrokê dûr bikevin."   'Bila mirov nemirin'   KCD'ê bi bîr xist, çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê di berdewamiyê de wiha got: " CPT, Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa, saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên navneteweyî divê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê û zorê bidin hikumeta tirk ku gavê biavêje. Ji bo gelê me û saziyên me, ji bo raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê, divê çalakiya rojiya mirinê weke bangeke lezgîn bê dîtin. Ji ber vê yekê em careke din bang li raya giştî û saziyên demokratîk dikin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li Serokkomar, hikumeta AKP'ê dikin ku li pêşberî daxwazên hiqûqî, meşrû, însanî û exlaqî yên çalakgerên greva birçîbûnê bi xemsarî tevnegerin, dawî li tecrîdê bînin û nehêlin mirov bimirin."