'Li dijî guhertina demografîk dê têkoşîna me bidome' 2019-04-30 12:56:27   ŞEHBA - Bi avakirina dîwarên parçekirina xaka Efrînê ya ji Sûriyê, Meclîsa kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê li qada Navçeya Fafîn a Şehbayê ev sînor şermezar kir.   Bi beşdarbûna hemû sazî û dezgehên gundewarên Kantona Şehbayê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de alên Yekîtiya Jinên azad a Şehbayê û meclîsa Kantona Şehbayê ji aliyê gel ve hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Kantona Şehbayê Narîman Hisên ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Çeteyan bi serkêşiya dewleta trik gelê Efrînê  qetil kirin û koçber kirin, lê gelê kurd dev ji  berxwedaniya xwe berneda bi berxwedan ji Kobanê dest pê kir û heya rizgarkirina Reqa, Dêre Zorê bi hêzek mezin dewam kir dê niha jî bidome. Ev yek jî hêşt Erdogan herêmên Bakurê Sûriyê weke Cereblus, Ezaz, Bab û Efrîn dagir bike û zilmê li gelê Efrînê bike.   Heya niha kiryarên dewleta Tirk li Kantona Efrînê berdewam dike û koçberkirina gelê Efrînê ji cih û warên xwe û li şûna wan malbetên çeteyan bi cih kirin dewam dike. Her wiha guhartina demografîk,  xirabkirina cihên dîrokî û bi dara zorê gel fêrî zimanê Tirkî dikin. Temamiya vê projeyê jî avakirina dîwarên di navbera gundewarên Navçeya Şêrewa ji bo parça kirina Efrîn ji xaka Sûriyê weke Lêwa Iskenderon, lê em weke gelê Şehba kiryarên dewleta Tirk di derheqê gelê me û parçe kirina Sûriyê û bêdengiya dewletên Navnetewî li hember kiryarên dewleta Tirk şermezar dikin.   Banga me ji hemû gelê Sûriyeyê re heye ku serî li hember vê yekê hildin ji ber ku Tirkiye dixwaze Sûriyeyê giştî parçe bike. Her wiha bila dewleta Sûriyê jî li hember dagirkeriyê bisekine ji ber ku welatê me bi xwînê şehîdan hatiye avdan. Li dijî guhertina demografîk dê têkoşîna me bidome."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo"  bi dawî bû.