Ji bo 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kirin li Mexmûrê daxuyanî hat dayin 2019-04-30 11:13:15   MEXMÛR - Ji bo 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kir li Mexmûrê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de peyama têkoşîna serkeftinê hat dayin.    Ji bo bidawî kirina tecirîda girankirî ku ev demek dirêj e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê meşandin, bi pêşengtiya Parlamentera HDP' ê û Hevseroka  Colemêrgê Leyle Guven çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiyên grevên birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bû. 15 girtiyên ku di greva birçîbûnê de bûn biryar dan ku dest bi rojiya mirinê bikin. Têkildarî mijarê de li  Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Koma 46'emîn a ku çalakiya greva birçîbûnê dewir girt daxuyanî da. Berî daxuyaniyê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê endamê komîteya çalakiya greva birçîbûnê Cesur Seyhan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her ku diçe berxwedan hêztir dibe û dê berxwedan bidome.    Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:   "Ji bo şikandina faşîzmê û bidawîkirina tecrîdê ev demek dirêj e ku çalakiyên grevên birçîbûnê didomin. Ev berxwedan li hemû zindanan û seranserê Kurdistanê belav bûye. Her roja derbas dibe berxwedan bi hêztir dibe, li zindanên turkê yê bi hezaran girtî di çalakiyên gireva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne. Bi saya van çalakiyan vînek xurt derketiye holê di vê berxwedanê de bedel jî hatin dayin û 8 hevalan dawî li jiyana xwe anîn. Ji bo bêdengiya raya giştî 15 girtiyên PAJK û PKK'yî dest bi rojiya mirinê kirine. Em wek gelê wargehê çalakiya van hevalan silav dikin û em di wê baweriyê de ne, wê serkeftin a kesên azadîxwaz be. Em bang li raya giştî û saziya mafê mirovan dikin beriya şehadet çê bibin li erk û berpisiyartiya xwe xwedî derkevin. Em bang dikin ku hemû kes xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin. Li hemberî faşîzmê em berxwedana xwe bikin yek da ku azadî bi ser bikeve."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.