Xizma girtî Turkan Yildirim: Divê êdî gel dakevin kolanan 2019-04-30 09:17:27   ÎZMÎR - Xizma girtî Turkan Yildirim diyar kir ku di encama bêdengiya civakê de 15 girtî dest bi rojiya mirinê kirin û wiha got: "Divê em li qadan bibin dengê wan. Dewlet tiştekî nake bila malbat bikin. Bibin dengê girtiyan xwişk û birayên me. Bila edelet pêk bê aştî bê.”   Hevjîna girtiyê bi navê Abdullbahrî Yildirim ku li Girtîgeha Şakranê di 1’ê Adarê de ye di grevê de ye, Turkan Yildirim destnîşan kir ku 15 girtî dest bi rojiya mirinê û got ev wek berteka li hemberî bêdengiya raya giştî û malbata ne. Turkan, diyar kir ku ji bo aştî pêk bê û tabut ji girtîgehan dernekevin divê deng bidin dengê girtiyan.   Turkanê diyar kir ku ji bilî bedena wan tu tiştekî girtiyan tune û wiha pê de çû: “Divê her kes xelaka jiyanê ava bike. Divê her kes bi hestiyar tevbigere. Bila çareyê ji kesekî din nekin. Ne şev ne roja me maye. Em ê dakevin kolanan. Ger mirin hebin em ê bimirin. Bila ew nemrin, wan bi salane xwe feda kirine. Ez CPT rexne dikim.”’   ‘Grev hatine astek krîtîk’   Turkanê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Divê her kes dakevin qadan. Bi gelek girtî re texrîbatên tenduristiyê dest pê kiriye. Hinek nabihîzin. Hinek nabînin. Em li benda çi ne. Ez vê bêdengiyê şermerzar dikim. Ez bang dikim ku deng bidin jiyanê. Her hevalekî 13-19 kîlo dane. Ez hefteyê 3 caran diçim zindanê, wijdana min êdî berxwe nade.”   Turkanê di dawiyê de destnîşan kir ku girtî naxwazin kes ji bo wan bigirîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li malê runiştin û gotina ‘kezeba min dişewite’ nabe. Divê em li qadan bibin dengê wan. Dewlet tiştekî nake bila malbat bikin. Zarokên me di destê wan de ne em hîna tirsa çi dijîn? Bibin dengê zarokên me, xwişk û birayên me. Bila edelet pêk bê aştî bê.”