‘Ji bilî îrada me tiştekî me tune’ 2019-04-30 09:13:29   Rengîn Azîzoglu   AMED - Girtiyê bi navê Muzbah Munar 61 rojin di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Şahîbe Munar diyar kir ku ew di her şert û mercan de li pişt zarokên xwe ne.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 174’emîn de didome. Li girtîgeha Bakirkoy, Gebze, Wan û Amedê jî 15 girtiyên ku 136 roj bû di grevê de bûn diyar kirin ku dest bi rojiya mirinê kirin.   Girtiyê bi navê Muzbah Munar ku bavê 5 zarokane li girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê ji 1’ê Adarê de di grevê de ye. Muzbah yê li Farqîn a Amedê hat girtin, bi hinceta 5 kesî der barê wî de îfade daye, cezayê muebetê lê hat birîn.   ‘Wekî min jî bi wî re bişînin surgunê’   Dayik Şahîbe Munar ev tişt vegot: “Berbi sibehê saet di 04.00’an de ez çûm êm bidim sewalan. Polîsan bi ser mala me de girt. Kurê min girtin û birin. Min got ez jî têm. Lê gotin em wî tenê dibin. Li ser îrada 5 kesî cezayê muebetê danê. Em wan 5 kesan jî nas nakin. Kurê min beyî sûc girtin. Zarokên wî bi salane bê bavin û rewşa wan ne baş e.”   Dayika Muzbah Şahîbe da zanîn ku wê di hevdîtinê de fêm kiriye ku kurê wê ketiye grevê û ev tişt anî ziman: “Ez çûm hevdîtinê. Devê wî ziwa bibû. Pir bêhal bû. Ji ber tansiyon û xwinê çavê kurê min reş dibû. Min got ‘tu jî di grevê de ye?’. Got; Belê em jî ketinê. Ji bilî îradeya me tiştekî me tune.’ Got ez başim lê bedena wî qasê dilê wî ne baş bû. Ev xuya dikir. Kurê min bê bav û ap mezin bû. Min ew bi zehmetiyek mezin xwedî kir. Ez wek dayika wî di her rewşê de ligel wî me.”   ‘Em bi fikarin’   Şahîbeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber em Kurdin van tiştan tînin serê me. Em ditirsin biçin girtîgehan jî. Li girtîgehan em rastî pêkanînên dijhiqûqî tên, gelo zarokên me çi dijîn. Ne tenê Abdullah Ocalan em hemû di bin tecrîdê de ne. Ji bo pêşî li mirinan bê girtin divê tecrîd bê rakirin. Em ê her roj dua dikin. Em bi fikarin bila dengê me bê bihistin.”