Jin dê di 1'ê Gulanê de ji bo maf û azadiyê biherikin qadan 2019-04-30 09:11:50   AMED - Jinan destnîşan kirin ku ew li dijî zext, mobîng, keda nayê dîtin û KHK’yan wê li qadan bin û wiha gotin: “Li dijî polîtîkayên şer, zext û binpêkirinê, ji bo ked, aştî, demokrastî û azadiyê li qadan bin.”   1’ê Gulanê Cejna Karkeran ku li hemû cîhanê bi mîlyonan kedkar ji bo mafên xwe dadikevin qadan wê sibê bê pîrozkirin. Yek ji van navendan jî wê Amed be. Jinan ji bo mîtînga wê li Qada Îstayonê pêk bê bang kirin.   ‘Daketina qadan parastina cewherî ye’   Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Sendîkaya Genel Îş Hanîfe Kardaş wiha got: “Zîhniyeta serdest a mêr di esasê de pir ji jinan ditirse û ji ber vê êrîş dike. Li dijî êrîşên zîhniyeta serdest ya mêr daketina qadan parastina cewherî ye. Têkoşîna ked û nasnameyê ya jinan wê di 1’ê Gulanê de li qadan bê dîtin. Li fabrîkayan yên ewil ji kar hatin avêtin jin bûn. Keda jinan li malê jî nayê dîtin. Ji krîzê yên herî zêde para xwe girtine jin in. Di vî alî de ji bo hemû jin destkeftiyên xwe biparêzin divê li qadan bin.”   ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li eniya pêş bin’   Rêveberiya Sendîkaya Genel Îş Zeynep Demîr Akçer jî daxuyakirin ku bi pirsgirêkên cidî 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û wiha got: “Ji bo em pirsgirêkên xwe bînin ziman em ê li qadan bin. Bi tezmînata kidemê û pêkanînên pergala Teqawîtbûna Şexsî (BES) dixwazin mafên kedkaran pêşkêşî sermayeyê bikin. Divê li dijî van hemûyan her kes dakevin qada Îstasyonê. Li dijî polîtîkayên şer, zext û binpêkirinê, ji bo ked, aştî, demokrastî û azadiyê li qadan bin.”   ‘Kêr gihiştiye hestî’   Sekretera Jinan a Hejmar 1 a Egîtîm Senê, Zeynep Akat, bi lêv kir ku bi krîzê re şert û mercên xebat û jiyanê zehmet bûne û daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Li qadan, kolanan, di grevan de û heta di sindoqan de parastina maf, nîşandana bertekê wek sûc tê îlankirin. Hemû jin wê li dijî rejîmê ji bo maf-hiqûq û edeletê li ber xwe bidin. Ji ber em jin hemû nirx û xweşikahiyên welat diafirînin. Em jiyanê heyî dikin. Em jin divê bi dengê xwe jiyanê heyî bikin. Ji ber kêr gihiştiye hestî.”