ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-30 09:00:00   *Bedriye Irmak diyar kir ku li Konyayê di salên 90’î de bi pêşengiya Leyla Guven Baskên Jinan a HADEP’ê ava kirine û di heman demê de jî têkoşîna jinê ya bi Selma Irmak ku biraziya wê ye û Leyla Guven re ya bûye yek jî vegot. Bedriyeyê wiha got: “Ez ji Leylayê fêrî gelek tişt bûm. Jinek pir cuda bû. Alîgirê gel bû. Min ji Selmayê rihê rêxistinbûyin, ji Leylayê jî rihê xwedîderketinê dît.” DÎMEN HEYE   *Şagirtên dibistana Ehmed Zeal ên dengxweş Rosêl Merwan û Narîn Luqman derbarê hunera xwe de hestên xwe anîn ziman û gotin:" Dema ku em strana dibêjin em xwe bextewar hês dikin." DÎMEN HEYE   *Esmer Tunç a di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de du kurên xwe Orhan Tunç û Mehmet Tunç winda kir , diyar kir ku divê li her qadê ji bo Leyla Guven û girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê piştgirî bê dayîn û wiha got: “Zarokên dayikan kezeba wan e. Bang li hemû gelê Kurd dikim ku li dora daxwazên girtiyan bibin xelek.” DÎMEN HEYE   * Jinên Kurd ên Êzidî da zanîn ku DAÎŞ'ê gelek zilm li wan kirine û wiha gotin:"Divê çeteyên DAÎŞ'ê bên darizandin û tola jinên Êzidî bên hildan."   * Nurcan Aslan a di Girtîgeha Tarsusê de ye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re banga deng bidin çalakiya greva birçîbûnê kir. BI DÎMEN   *Berrîn Sari, Bînnur Yildiz, Newroz Muçel, Sîmanur Pamuk yên li girtîgeha Sîncanê ev 61 rojin di grevê de ne diyar kirin ku riya azadiyê bi şikandina tecrîdê pêkane, dan zanîn ku ew jî jiyaneke wekî ya hemû lêgerînerên  heqîqetê yên li ber xwe didin, tercîh dikin û her kes vexwendin jiyaneke ku mirov dikarin ji bo wê bimrin.    *Jinan destnîşan kirin ku ew li dijî zext, mobîng, keda nayê dîtin û KHK’yan wê li qadan bin û wiha gotin: “Li dijî polîtîkayên şer, zext û binpêkirinê, ji bo ked, aştî, demokrasî û azadiyê li qadan bin.” BI DÎMEN   *Jinên li Îzmîrê diyar kirin ku îstîsmara zayendî ya li hemberî zaroka 5 salî pêk hatî, asta civakê nîşan dide û wiha hat gotin: "Daxuyaniyên ku derbarê bûyeran de tên dayîn divê mexduran bêzar neke. Her wiha zimanê çapemeniyê jî di vê mijarê de divê hesas tevbigerin. Divê ne mexdûr, gumanbar bê teşhîrkirin." BI DÎMEN   *Girtiyê bi navê Muzbah Munar 61 rojin di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Şahîbe Muna diyar kir ku ew di her şert û mercan de li pişt zarokên xwe ne.    *Ji destpêka dîrokê û heta niha li dijî çewisandina kedê ji aliyê kedkaran ve têkoşînek tê dayîn. Jinên kedkar jî ku di nava vê têkoşîna dîrokî de cihê xwe girtin piştî îlankirina 1'ê Gulan Roja Kedkaran a Cîhanê ji bo bihêzkirin û rêxistinbûneke xurt û parastina mafê kedê di her roja 1'ê Gulanê de cihê xwe girtin û mafê xwe daxwaz kirin.  Jinên têkoşer di her qada jiyanê de li dijî pergala serdest a mêr, polîtîkayên înkar û îmhayê û kedxwariyê, pêl bi pêl têkoşîneke mezin dan.    * Piştî hilbijartinên herêmî şaredariya Cizîrê ji qeyûman hat girtin û piştî vê derket holê ku li cihên curda pere hatiye xerckirin û li şaredariya ku ji bo jinan sifir butçe hatiye veqetandin di roja jinan de 35 hezar TL hatiye xerckirin û bi belgeyê hat tespîtkirin. BI DÎMEN   *Xizma girtî Turkan Yildirim diyar kir ku di encama bêdengiya civakê de 15 girtî dest bi rojiya mirinê kirin û wiha got: "Divê em li qadan bibin dengê wan. Dewlet tiştekî nake bila malbat bikin. Bibin dengê girtiyan xwişk û birayên me. Bila edelet pêk bê aştî bê.” BI DÎMEN