Platforma Jinan a Dîlokê: Ji bo parastina zarokan bikevin nav hewldanan 2019-04-29 15:07:19   DÎLOK - Platforma Jinan a Dîlokê bi daxuyaniya çapemeniyê bal kişandin ser îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan û wiha gotin divê îstîsmara zarokan bên lêkolînkirin û sûcdar bên cezakirin.    Di Platforma Jinan a Dîlokê de endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkar a Cemawerî (KESK), Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP), Partiya Kedê (EMEP) û endamên Meclîsa 78'an cih digirin. Ji bo balê bikişînin ser bûyerên îstîsmara li hemberî zarokan civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîna çapemeniyê li Şaxa Egîtîm Senê pêk hat. Pankartên wekî "Li hemberî îstîsmarê bêdeng nebin", "Zarok bêden nabin û Tu jî bêdeng nemîne" hatin daliqandin.    Sekretera Jinê ya Şaxa Egîtîm Senê Sara Alagoz ser navê platformê daxuyanî da. Sara, di daxuyaniyê de bal kişand ser bûyera zaroka 5 salî ya ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê bi îstîsmara zayendî re rû bi rû ma û wiha axivî: "Em li hemberî vê bûyerê pir bi hêrsin. Li dijî bûyerên bi wî rengî divê dewlet berpirsiyariya xwe ya li hemberî zarokan bîcih bîne."   Sara, di daxuyaniyê de qala gotinên nîjadperest kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî jin û zarokan divê gotinên nijadperestî ji holê rabin. Ji bo parastin û ewlehiya zarokan mekanîzmayên taybet bên afirandin. Her wiha faîl bên cezakirin. Di sûcên îstîsmarê de divê ji bo mexdûran tedbîr bên girtin. Yên sûcdar neyên parastin. Ji bo mexdûran edalet pêk bê."   Sara di dawiya daxuyaniyê de bang kir û got ku li dijî sûç û bersûçan mudaxele bê kirin.