'Berxwedanê mezin bikin, dîwara hilweşînin û Efrînê rizgar bikin' 2019-04-29 14:49:09   HESEKÊ - Îro bi hezaran şêniyên Navçeya Til Temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Zirganê lêkirina dîwarê li Efrînê bi meşeke girseyî şermezar kirin.   Meşa ku îro li Navçeya Zirganê ya girêdayî Katona Hesekê hate lidarxistin, bi hezaran gelê herêmê tevlî bûn û zêdetirî 2 Km meşiyan. Di meşê de alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) û pankartên bi nivîsên: "Em ê berxwedanê mezin bikin, Dîwara hilweşînin û Efrînê rizgar bikin", "Na ji Osmaniya nû re", "Bêdeniya Navdewletî hember Efrînê şermezar dikin", hatin hilgirtin.    Jinan dirûşmeyên: "Bijî Berxwedana Efrînê, Efrîn ne ya tu kesî ye ya me ye" berz kirin, her wiha bi tililiyan berxwedana şervanên azadiyê silav kirin.    Meşa ku ji stada Ş.Rûbar a Navçeya Zirganê dest pê kir, li kolana giştî geriyan û li Qada Camiya mezin rawestiya.   'Çawa YPJ/QSD'ê DAÎŞ têk birin, dê Efrînê jî rizgar bike'   Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Koordinisyona Kongreya Star Şukriya Mihemed axivî û wiha got: "Berxwedana zindanan roj bi roj berfireh dibe û daxwazên wan rastî bêdengiyek û êrîşan tên. Dê bi hêza gelê şoreşgerî ku bi xwîna zarokên xwe ev axa av dane, Efrînê rizgar bikin û lêkirina dîwarê parçekirinê rawestînin. Çawa DAÎŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêza QSD/YPJ'ê têk çû dê Efrîn jî ji dagirkeran were rizgarkirin. Pêla berxwedan û têkoşîna gelê Efrînê dê nesekine û dawî li dagirkeran bîne."   Çima civaka Navdewletî bêdeng e?   Hevserokê Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demoqratîk a Kantona Hesekê Cemîl Îso jî wiha got: "Berxwedana gelê Efrînê gihaştiye radeyekê ku êdî tu hêz nikare hember wê bisekine. Divê civaka navdewletî helwesta bêdengiya xwe ragihîne û nebe hevkarê dagirkeran. Îro herêm di pêvajoyek  giran de derbas dibe, divê êdî tu hêz li gorî berjewendiyên xwe tev negerin û daxwazên gel pêk bînin û gelê Efrînê vegerin xaka xwe."   Meş bi dirûşma "Efrîn ya me ye ne ya Erdogan e, Em ê Efrînê rizgar bikin, bi dawî bû.