Jin dixwazin di kabîneya nû de cih bigirin 2019-04-29 14:47:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Komek jinên çalakger ku ji nûnerên aliyên siyasî û kesayetên rewşenbîr pêktên, daxwaz kirin ku divê jin jî beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê bibin.    Li salona Otela Çar Çira ya bajarê Hewlêrê Koma bi navê ‘Balansî Cênderî Kabîney Niwê’ ku ji jinên çalakger, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîr pêktên, bi daxuyaniyeke hevbeş daxwazên xwe eşkere kirin. Di daxuyaniya jinan de tê daxwazkirin ku rêjeya di nava partiyên siyasî, kabîneya nû ya hikûmeta herêmê û hemû dezgehên hikûmî re were zêdekirin.   Bi navê Koma ‘Balansî Cendêrî Kabîneya Nû’ Tanya Telet di daxuyaniya çapemeniyê de axivî. Tanya daxwazên jinan wiha rêz kir: “Armanca me ew e ku jin jî beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê bibin. Em dixwazin daxwazên xwe yên di vê derbarê de eşkere bikin û her îro pêşkêşê serokatiya parlementoya Herêma Kurdistanê bikin.”   Di nava daxwazên jinan yên di daxuyaniyê de hate eşkere kirin de têgotin ku divê rêjeya jinan di nava hemû dezgehên hikûmeta herêmê de desteya serokatiya herêmê, partiyan û dadgehan de kêmî sedî 30 nebe.