Nobeta li ber Girtîgeha Gebzeyê carek din hat astengkirin 2019-04-28 15:56:20   KOCAELÎ - Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Gebzeyê carek din hat astengkirin. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û gotin: “Hûn me bikujin  jî em ê dîsa werin.”    Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne ji bo piştevaniyê di roja 20’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê li dar bixin û carek din polîsan ew asteng kirin. Nûner û endamên Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Jinên Ciwan ên Azad (OGK) û Weqfa Lêkolînên Çand-Huner û Perwerdehiy Zanista Estetîk (BEKSAV) jî destek dan malbatan.    Malbat û beşdarvan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê li hev kom bûn û xwestin biçin ber girtîgehê. Polîsan pêşiya malbatan girt. Malbat û polîsan nîqaş kirin. Malbatan wiha bertek nîşanî polîsan da û gotin: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Hûn çidikin bikin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.” Malbatan çalakiya rûniştinê li dar xist.    Polîsên ku malbat dorpêç kirin, gotin heke ku malbat çalakiya xwe dewam bikin ew ê wan binçav bikin. Malbatan jî got: “Heta parêzerên me neyên em ê ranebin. Heke hûn binçav jî dikin bikin. Hûn me li vir jî dikujin bikujin.”    Polîsan êrîşî malbatan kir û her kes bi zorê rakirin ser piyan. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û vegeriyan avahiya HDP’ê. Malbatan got dê sibê jî çalakiya xwe berdewam bikin.