Şervanên azadiyê li tiltemirê hatin bîranîn 2019-04-28 14:54:06   HESEKÊ-SMŞ'ê 10 şervanên azadiyê ku di meha nîsanê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê bi bîr anîn.   Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) a navçeya Til Temirê ya Hesekê, 10 têkoşerên Azadiyê ku di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê ya leşkerî de de bi dehan malbatên têkoşeran amade bûn.    'Şehîd tîrêjên rojê ne dema ku tarî serwer dibe'   Piştî deqeyek rêzgirtina li ser giyanê pakrewanan, Endama Meclisa SMŞ'ê Xabûr Cemîla Kako axivî  û wiha got:"Ked û têkoşîna şehîdan bi çend gotinan nayê ziman. Lê pênûs hewl dide ku berxwedana wan lehingan binivîse. Şehîd find in û xwe dişewitînin ji bo ku gelê wan aram bijî. Ji hestiyên xwe pira ber bi azadiyê ve ava dikin. Şehîd tîrêjên rojê ên ku dema tarî serwer dibe."   'Em ê destkeftiyên şehîd û şoreşê biparêzin'   Bi navê Fermandar Şiyar Hesekê jî ev yek anî ziman: "Îro bi saya şehîdan û rêhevalên gazî ev şoreş bi ser ketiye. Em ê nehêlin tu kes ango dewlet destkeftiyên me ji me bigre. Em ê şopdarên şehîdên xwe bin."   'Divê civaka navneteweyî nebe hevkar'   Endama Kongreya Star Elya Oglo têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û wiha berdewam kir: "Bi xwîna xwe ya sor axa welatê xwe av dan da ku bihareke azad,demoqratîk ava bikin. Em berxwedana Perlemantera HDP'ê  Leya Guven ku ev 172 roj in di grevê de ye, silav dikin.  Lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê li Efrînê bi tundî şermezar dikin û em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabe û kiryarên dewleta tirk rawestîne."   'Divê Rêjîma Sûriyeyê helwest nîşan bide'   Endamê Partiya Yekîtiya Demuqratîk PYD Ebd Rehman Hisên jî ev tişt got: "Divê kirîza Sûriyeyê bi rêya siyasetê were çareserkirin. Divê Rêjîma Sûriyeyê helwesta xwe li hember dagirkeriya Tirkiyê nîşan bide."    Di dawiya merasîmê de nasnameyên 10 şervanan ji aliyê birayê Şehîd Cûdî Til Temir ve hat xwendin û malbatên şehîdan hatin silavkirin.