‘Em ligel girtiyan e, em ê bêdeng nemînin’ 2019-04-28 09:04:42   WAN - Lokman Aslan ê li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê di grevê de ye, ji malbata xwe re ev tişt vegotiye: “Em ê çalakiya xwe bidomînin, yekane peywira we jî ev e ku li derve dengê me bidin bihistin.” Malbata wî jî da zanîn ku ew ji rewşa tanduristiya girtiyan bi fikar in, ligel girtiyane û got wê bêdeng nemînin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 172’emîn de didome. Ji 1’ê Adarê şûnde hejmara girtiyên ketine grevê gihiştin 7 hezarî. Yek ji van girtiyan jî Lokman Aslan ê li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê ye ku ji 1’ê Adarê de ketiye grevê. Malbata Lokman der barê rewşa wî de agahî da û bang li raya giştî û hikûmetê kir.   ‘Dengê me bidin bihistin’   Dayika Lokman, Hizar Aslan bi lêv kir ku Loman 21 sale di girtîgehê de ye û wiha got: “Em hînê tunebûna wî bûn lê em nikarin hîn bibin ku êşê bijîn. Qe nebe me dizanî li girtîgehê dijî. Lê ji ber van grevan em hemû bi fikarin. Ji girtîgehan Tîpa L ya Panos a Agiriyê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê bû. Ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ye. Rewşa wî qet nebaşe. Em nikarin biçin hevdîtinan. Em bi telefonê diaxivin. Lê ji axaftinên wî jî tiştek nedihat fêmkirin. Xuya bû rewşa wî nebaş bû. Kurê min got ‘Dawî mirin be jî em ê têbikoşin. Peywira we jî ev e ku hun dengê me bidin bihistin.”   ‘Ez her sibeh bi tirs şiyar dibim’   Hizarê bi lêv kir ku her sibeh bi tirs şiyar dibe û ev tişt vegot: “Ez ditirsim ku tiştek bi kurê min bê. Ne şeva me ne jî roja m emaye. Em bi rehetî tiştekî naxwin. Divê demildest pêngav bê avêtin.”   Xwişka Lokman, Kubra Aslan jî bi lêv kir ku rayedar di bêdengiyek mezin de ye û got: “Li welat li hember hemû çalakiyan astengî hene. Yên diaxivin tên bêdengkirin. Em heta dawî li pey girtiyên xwe ne. Em bêdeng namînin û em ê dengê xwe bidin bihistin.”