Kongreya Star li Qamişloyê daxuyanî da 2019-04-27 17:27:21   QAMIŞLO - Ji bo dayikên ku xwestin serdana zarokên xwe yên greva birçûnê bikin rastî helwestên tund ya polîsên dewleta Tirk ve hatin û ji bo zaroka 5 salî ya ku li kuçukçekmeceya Stanbolê bi destdirêjiyê re ru bi ru ma ji aliyê Tevgera Kongreya Star ve daxuyanî ji raya giştî re hat dayîn.   Tevgera Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê ji bo dayikên ku berê xwe daye zindanê bi armanca ku zarokên xwe yên ku ketine gireva birçûbûnê ji bo şikandina tecirîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serdan bikin, rastî helwestek tund ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatin û ji bo zaroka 5 salî ya ku li kuçukçekmeceya Stenbolî bi destdirêjiyê re ru bi ru ma ji aliyê Tevgera Kongreya Star ve bi beşdarbûyina dehan jinan daxuyaniyek ji raya giştî re hat ragihandin.Daxuyanî ji aliyê Rêvebira Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê Henîfe Mihemed ve hate dayîn.    Ji bo raya giştî:    "Piştî ku hikûmeta AKP’ê  di hilbijartinan de bin ket dixwaze kaosê çê bike. Zarokeke 5 salî ji aliyê kiryarên hikûmeta AKP’ê ve rastî desdirijiyê hat. Her wiha dayikên ku dixwestin serdana zarokên xwe yên di zindanê bikin û rastî êrîşên polisan hatin. Em jî wek tevgera Kongreya Star vê yekê şermezar dikin. Dijmin dixwaze bi van êrîşan berxwedaniya gelê kurd bişkînê, lê çi dibe bila bibe em dev ji berxwedaniya xwe bernadin.Ji ber vê yekê jî em wek tevgera Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê zaroka ku rastî destdirêjiyê hat û dayikên ku ji aliyê polîsan ve rastî tundiyê hatine em şermezar dikin."   Herî dawî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Qetîl Erdogan" daxuyanî bi dawî bû.