Xizmên Windayan: Divê hikûmet peywira xwe pêk bîne 2019-04-27 17:21:09   AMED - Li Amedê xizmên windayan di çalakiyên xwe yên heftane de, bal kişandin ser greva birçîbûnê û diyar kirin ku divê hikûmet peywira xwe pêk bîne.    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 533’yemîn de çalakiya xwe li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Xizmên windayan, Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) a Amedê Mehmet Sayin, nûnerên rêxistinên sivîl, rêveber û endamên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn.      Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun daxuyanî da û diyar kir ku biryarên qedexeyê bi kêfî ne û wiha got: "Çend walîtî bi kêyfî çalakiyan qedexe dike, dîsa jî çalakî pêk tên. Em tu carî dev jî çalakî û têkoşîna xwe bernadin." Abdullah, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bi Birêz Abdullah Ocalan re di 27'ê Tîrmehê sala 2011'an de heta îro hevdîtin hatiye astengkirin.  Leyla Guven bi çalakiya xwe tecrîd protesto dike. Heya niha bi hezaran girtiyên siyasî di grevê de ne. Em dibêjin ku divê hewldanên li dij hiqûqê ji holê rabin. Divê malbat û parêzer bi Abdullah Ocalan re hevditînê bikin."   Abdullah, di axaftina xwe de qala grevên birçîbûnê kir û wiha got: "Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne ketiya asta herî krîtîk. Divê daxwaza girtiyan bê guhdarkirin. Her wiha şîdeta li hemberî malbatan divê bên rawestandin."   Xizmên Windayan di vê heftê aqûbeta Mehmet Erturk pirsin û çîroka windabûna wê vegotin.