Li Îzmîr û Enqereyê ji bo grevê çalakiya 'Xeleka Jiyanê' hat avakirin 2019-04-27 17:03:54   ÎZMÎR / ENQERE - Li Îzmîrê malbatên girtiyan û li Enqerê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê çalakî li dar xistin.    Ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê li Îzmîr û Enqereyê çalakî hat lidarxistin. Li Îzmîrê çalakiya xelaka jiyanê û li Enqereyê jî çalakiya zincira ji mirovan hat lidarxistin.    'Divê hesab bidin'   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştewanî û Alîkariya Malbatên Hikûmxar û Girtiyan a Egeyê (EGE TUHAYDER), ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan didomin li ber Sumerbanka berê daxuyanî dan û piştre çalakiya xelat jiyanê li dar xistin. Parlamentera HDP'a Îzmîrê Serpîl Kemalbay di axaftina xwe de bertek nîşanî dorpeçkirina polîsan da. Serpîl wiha axivî: "Ji bo me hevok hatin qedexekirin. Tê gotin ku dema hûn hevokên bi qedexekirî bînin ziman, em ê li hemberî we şîdetê bikar bînin. Hiqûq hat kuştin, makeqanûn hat kuştin û mirov tên kuştin. Heta niha hikûmet li hemberî greva birçîbûnê tu agahî nedaye. Divê Wezareta Dadê hesabê bide û divê daxwazên girtiyan bên guhdarkirin."   'Em bêdeng nabin'   Li Enqereyê ji bi heman armance, Meclîsa Jinan a HDP'ê çalakî hat li darxist. Jin li Parka Kuguluyê kom bûn xeleka jiyanê çêkirin. Jinan di daxuyaniyê de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha gotin: "Jiyana me di bin tecrîdê de ye, welatê me di bin tecrîdê de ye. Bi hezaran girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Leyla Guven 171 rojin di grevê de ye. Tenê daxwazek heye û dibêjin bila hikûq pêk bê. Em bêdeng nabin."