Li Pirsûsê xizmên girtiyan dest bi nobetê kirin 2019-04-27 16:37:34   RIHA - Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne li ber avahiya HDP'ê ya Pirsûsê dest bi çalakiya nobetê kirin.    Xizmên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva bêdem û bêdorveger kirine,  li ber avahiya HDP'ê ya Pirsûsê dest bi çalakiya nobetê kirin.  Avahiya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Endamên Dayikên Aştiyê yên Pirsûsê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê bûn. Xizmên girtiyan berî dest bi çalakiyê bikin li ber avahiyê daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de di destpêkê de Ayşe Surucu axivî. Ayşe bi bîr xist ku rewşa girtiyan ne baş e û got:"Îro  xizmên windayan ji bo girtiyên di grevê de ne dest bi nobetê kirin. Daxwaza kesên di greva birçîbûnê de daxawaza me ne. Em ê heta dawiyê li ba malbatên girtiyan bin."   Birayê Nihat Ekmez ê ku li 2'emîn Girtîgeha Tipa T ya Şakranê di grevê de ye, Serhat Ekmez got:"Ji bo em bibin dengên girtiyên ku ji bo aştî û demokrasiyê bedena xwe dane ber birçîbûnê, me li vir dest bi çalakiya rûniştinê kir."   Bavê Nihat Ekmez, Mahmut Ekmez jî wiha got:"Divê em hemû bibin yek û bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de."   Hat diyarkirin ku dê nobet bidome heta ku encam bê girtin.