Fatma Gunduz hat tehliyekirin 2019-04-27 15:41:29   ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Fatma Gunduz a ku bi îdiaya "Rêxistina propagandayê kiriye" hatibû girtin, hat tahliyekirin.    Li Navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di 7'ê Nîsanê de Fatma Gunduz a ku bi îdiaya "Rêxistina propagandayê kiriye" hatibû girtin, hat tahliyekirin. Dadeha Cezayê Sulhê îtîraza parêzeran qebûl kir û derbarê Fatma de biryara berdanê da.   Fatma ya li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat girtin, piştî biryara dadgehê di saetên şevê de hat berdan.