Li Gebzeyê malbatên girtiyan bi erdê re hatin kaşkirin 2019-04-27 15:40:45   KOCAELÎ - Çalakiya malbatên girtiyan a ku li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê didome îro jî ji hêla polîsan ve hat astengkirin û dayik bi erdê re hatin kaşkirin û hatin dûrxistin.    Çalakiya malbatên girtiyan a ku ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne didome. Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê kom bûn. Malbatên girtiyan îro dîsa ji hêla polîsan ve hatin astengkirin, rastî mudaxaleyê hatin û bi erdê re hatin kaşkirin û hatin dûrxistin. Bi êrîşa polîsan dayika girtî ya bi navê Fehîme Ekmez xerîqî. Çalakiya dayikên girtiyan di 9'ê Nîsanê de dest pê kir û heta îro didome. Malbatên girtiyan her roj di serê sibehê de li avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê kom dibin û berê xwe didin Girtîgeha Gebzeyê.    Malbatên girtiyan îro ber bi girtîgehê ve meşiyan û piştî demekî polîsan rê li ber dayikan birî. Malbat berê xwe dan kolanên din û piştre li ber girtîgehê li hev kom bûn. Polîsan diyar kirin ku çalakiya malbatên girtiyan ji hêla walitiyê ve hatiye qedexekirin. Piştî demekê di navbera malbat û polîsan de gengeşî derket û polîs mudaxeleyê malbatan kir.    Malbatên girtiyan bertek nîşanî polîsan dan û wiha gotin: "Hûn qet şerm nakin, li hemberî dayikan bêhurmetiyê dikin."