Dayikên Şemiyê: Em edaletê dixwazin 2019-04-27 14:11:34   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê heftê, aqubeta Kadîr Keremoglû yê di 14’ê Nîsana 1995’an de dibin çavan de hat windakirin pirsîn û wiha gotin: “Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Em ê tim li vê qadê bin.”    Dayikên Şemiyê di hefteya 735'emîn a çalakiya xwe de xwestin li Qada Galatasarayê li aqubeta xizmên xwe bipirsin, lê dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê li ser astengiya polîsan li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî dan. Kolan dîsa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de Mirovên Şemiyê tîşortên li ser wêneyên windayan hebûn li xwe kirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qurnefîl hilgirtin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Parêzerê Sekreterê Giştî yê Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê Mehmût Hasan piştgirî dan çalakiyê.    'Em ê her tim li vê qadê bin'   Di çalakiya vê heftê de aqubeta Kadîr Keremoglû yê di 14’ê Nîsana 1995’an dibin çavan de hatibû windakirin, hat pirsîn. Daxuyaniya vê heftê, xwişka Hayrettîn Eren ê di 12’ê Îlona 1980’iyan dibin çavan de hat windakirin Îkbal Eren da û wiha axivî: “Ev 36 heftene mafê me yê şermezarkirinê û civata me ya aştiyane asteng dikin. Ev astengî mafê me bin pê dike û di heman demê Qanûna Bîngehîn jî bin pê dike. Kedîr Keremoglû yê 75 salî di 14’ê Nîsana 1995’an de li navenda Wanê dema ji Mizgefta Keremoglû derdiket ji aliyê Torosên Spî ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin. Malbatê serî li hemû meqamên ewlehî, edlî, îdarî û leşkerî dan, lê tu encam bi dest nexistin.”      Dûre kurê Kermoglû Bahattîn Keremoglû, axivî û wiha got: “Daxwaza me ya edaletê heye. Ez bang li dewletê dikim; dest ji vê îşkencê berdin. Em tenê dixwazin hûn hestiyên me bidin me. Bila gorekê bavê min jî hebe ku em her heftê li ser Fatîha bixwînin. Emê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Emê her tim li vê qadê bin.”