Heyeta jinan çû serdana Şaredariya Mezin a Amedê 2019-04-27 13:34:52   AMED - 11 jinên ku ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin, çûn serdana Şaredariya Mezin a Amedê.    Heyata ku ji 11 jinan pêk dihat ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin Amedê û çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknaz Uca tevli heyetê bû. Heyet ji hêla Hevşaredar Hulya Alokmen Uyanik ve hat pêşwazikirin.    Jinên ku li Herêma Federal a Kurdistanê hatin kêyfxweşiya xwe ya ji bo serkeftina şaredariyan anîn ziman. Her wiha heyeta jinan, di axaftinên xwe de bal kişand ser tecrîdê û wiha got: "Serkeftina HDP'ê serkeftina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em hêzê ji serkeftina we digirin. Bi hêza jinê şaredariyên hatî xespkirin şûnve hatin standin. Em ji jinên bakûrî hêzm digirin. Her wiha em wekî jinên başûr piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven. Li başûr jin hêzê ji Leyla Guven digirin. Bi hezaran hevalên me li dijî tecrîdê li girtîgehan li berxwe didin. Dê teqez berxwedan bi serkeve."   Hevşaredar Hulya di axaftina xwe de kêyfxwaşiya xwe ya ji bo serlêdana jinan anî ziman û wiha got: "Serdana jinê ya ji bo şaredariyan hêzek dide me û ji bo me rûmetek e."   Heyet, dê Meclîsa Dayikên Aştiyê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ziyaret bike.