Li Wargeha Mexmûrê koma 45’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt 2019-04-27 10:16:58   MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê koma 45’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt   Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di pêşengtiya Leyla Guven de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û ev çalakî li her derê belav bû. Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger a  li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi dewir girtina koma 45’ emîn berdewam dike. Merasima dewir girtina çalakiyê ji bo tevahîya cangoriyên azadiyê bi  deqeyek rêz girtin despê kir.    Li ser navê koma 44’emîn Zeynep Kara axivî û got :“Di destpêkê de em li ser navê koma 44’emîn xêrhatina we tevan dikin. Wek tê zanîn ev pêvajoyek demdirêj e ev çalakî bi pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fedila Tok û bi hezaran girtiyên di zindan û li gelek deverên cîhanê de ev çalakî bi biryarek mezin tên meşandin. Ev çalakiyên ku tên meşandin gelek bi wate û giranbaha ne. Ev kesên ku vê çalakiyê dimeşînin bi îda û hêrseki mezin  çalekiyên xwe berdawam dikin. Jiber vê yekê dijmin ketiye nava tirsek pir mezin û li hemberi van çalakiyan li hember dayikên me, zarokên me ketine nava êrîşên dijmirovahiyê. Çendî dewleta Tirk rojevên pir cuda bide avakirin jî, lê di rojeva giştî ya cîhanê de ev çalakiyan hene. Em di wê baweriyê de ne wê ev çalekiyên me bi pêşengtiya van hevalan wê bigihêje serkeftinê.”    Merasîm bi dirûşmên  "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bu.