Polîsên Îngilîz li avahiya Rêxistina Efûyê 20 çalakger binçavkirin 2019-04-27 10:11:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li avahiya navenda Rêxistina Efûyê ya li Londonê polîsan êrîş bir ser çalakvanên ji bo şikandina tecrîda Abdullah Ocalan di grevê de bûn kirin. Di êrîşê de 20 çalakger hatin binçavkirin.   Polîsan mudaxeleyî çalakiya bêîtihatiya sivîl a ji roja Çarşemê û vir ve li avahiya Rêxistina Efûyê ya Londonê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de bûn kirin. Polîsên Îngilîz ên 20 kesên di avahiyê de binçavkirin. Polîsan bi muaxeleyek hişk êrîş bir ser çalakvanên Kurd.   Çalakiya protestoyê ya ji aliyê Meclîsa Jinan a Roj, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gik-Der) û Meclîsa Gelê Kurd a hevpar hatibû lidarxistin, roja Çarşemê ya komekê bi ketina avahiya Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê ve destpêkiribû. Tu encamek ji hevdîtinên bi rayedarên Rêxistina Efûyê derneketibû û pêkanînên dermirovî li ser çalakvanan dihate kirin.   'Çalakvan hatin kelepçekirin'   Rêveberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di saet 01:00’ê şevê bang li polîsan kir û daxwaz ji polîsan kir ku mudaxeleyî çalakvanan bikin û avahiyê vala bikin. Bi dehan polîsên hatibûn avahiya Rêxistina Efûyê daxwaza ji çalakvanan kirin ku avahiyê vala bikin, li ser nepejirandina çalakvanan polîsan êrîş kirin. Polîsan çalakvan ji piştve destê çalakvanan kelepçe kirin û binçavkirin. Çalakvanên di hundirê avahiyê de hatin binçavkirin û polîsan êrîşî çalakvanên derve jî kirin. Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ên 44 roj in di greva birçîbûnê de bûn jî polîsan êrîşî wan jî kirin. Nahîde Zengîn a rewşa wê giran bûbû û rakiribû nexweşxaneyê tedawî nepejirandibû û vegerabû navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û çalakiya xwe domandibû.   'Êrîşeke dij mirovahiyê birin ser çalakiyê'   Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya bi daxuyaniyekê helwesta Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar kir û wiha got: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li cihekî ku erka xwe bi cih bîne, êrîşekî dij mirovahiyê birine ser çalakiya ku bêdengiya wan şermezar bike û erka wan bibîra wan bixe. 3 roj bûn Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tecrîd li ser çalakvanan dikir. Rê nedihate dayîn çalakvan destşok û tawletên hundirê avahiyê bikar bîne û çalakvanên derdiketin derveyî avahiyê rênedida bikevin avahiyê. Daxwazek hebû ku Rêxistina Efûyê bi erka xwe rabe û li ser tecrîda Abdullah Ocalan daxuyaniyek bide. Rêxistina Efûyê li şûna guh bide vê, zext li çalakvanan kiriye û vê sibehê jî polîs ketine avahiyê û êrîşî çalakvanan kirine. Em Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê vê nêzîkatiya dermirovî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar dikin. Ev helwest deqeke reş li rûyê Rêxistina Efûyê dide û dide nîşandan ku ne li gel mezlûm li gel zaliman cih digire ye. Em mudaxeleya polîsên Îngilîz a ne ji ya polîsên Tirk cuda şermezar dikin. Bi êrîşkirina çalakvanên 44 roj in di greva bê dawî û bêdorveger de bêexlaqiya herî mezin e.”