Gulcan Kacmaz Sagyigît: Têkoşîna me ya li dijî pergalê nû dest pê dike 2019-04-27 09:01:11   WAN - Hevşaredara Navçeya Artemêtê ya Wanê ya bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata nedanê. Hevşaredarên HDP’ê yên Artemêtê Gulcan Kaçmaz Sayyigît û Medenî Ozer ji sedî 53,81 bi rêjeya dengan bi ser ketibûn. Têkîldarî biryara YSK’ê û îtîraza AKP’ê ya bila KHK’yî deng bi kar nînin namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Artemêtê Gulcan Kacmaz Sagyigît nirxandin kir.    Desteya Bilind a Hilbijartinê bi hinceta Hevşaredara Navçeya Artemêtê ya Wanê bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata nedanê. Hevşaredarên HDP’ê yên Artemêtê Gulcan Kaçmaz Sayyigît û Medenî Ozer ji sedî 53,81 bi rêjeya dengan bi ser ketibûn. YSK’ê biryar da  û mazbata dan namzetê partiya bûye duyemîn.Herî dawî AKP’ê ji YSK’ê yê re îtîraz kir ku kesên ku hatine îxraçkirin deng bi kar nînin. Têkîldarî biryara YSK’yê û êrîşên AKP’ê yên li ser KHK’yan namzeta hevşaredariya Wanê ya navçeya Artemêtê Gulcan Kacmaz Sagyigît nirxandin kir. Gulcanê diyar kir ku êrîşên hikûmetê, têkoşîna wan bilind dike û wan bi hêztir dike û got ku ew ê li her qadên Tirkiyeyê têbikoşin, li berxwe bidin.    ‘Em hîn jî nizanin ku em çima hatine îxraçkirin’   Gulcanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya îxraçkirinê û ew  pêvajo wiha vegot:”Di sala 2008’an de li navçeya Şaxê ez wekî mamosteya erdnîgariyê tayîn bûm. Di heman demê de di wan salan de ez berdevka Egitim-Senê ya navçeyê bûm. Di sala 2012’an de jî tayina min derket navçeya Wanê ya Artemetê. Li wir min salekê mamostetî kir û her wiha 3 salan jî min alîkariya midûriyetiya dibistanê kir. Di salên 2014-2017’an de li Wanê ji bo berdevkiya Egitim-Senê ez hatim hilbijartin. Di dema dorpeçê de çalakiya me ya grevê pêk hat. Pişt re li gel 733 mamosteyan der barê me de lêpirsîn hat vekirin. Piştî 109 rojan ev pêvajoya lêpirsînê bi dawî bû û ez îadeyî kar kirim. Di sala 2017’an de bi hejmara KHK’yê ya 686 ez hatime îxraçkirin. Pêvajoyeke giran bû, lê nêrîna îktîdara heyî li holê bû. Bi derxistina KHK’yan xwestin jinan li malê girê bidin û ji xweseriya aboriyê dûr bixe. Ji me re bi tu awayî teblîx nehat û em hîna jî nizanin ku em çima hatine îxraçkirin.”    ‘Li dijî hişmendiya îktîdara desthilatdar ji xeynî têkoşînê çareyek me tune ye’   Gulcanê bi lêv kir ku li gel îxraçkirinê ew bi hêztir bûn û wiha dom kir;” Di wê pêvajoyê de OHAL hebû. Bi KHK’yên OHAL’ê hiquqa Tirkiyeyê hate binpêkirin. Rast e, berpirsyariyeke me ya jinan heye. Ew jî ev e ku em nêçar in, xwedî li têkoşerên demokrasiyê derbikevin. Li dijî hişmendiya desthilatdar ji xeynî têkoşîna zêdetir çareyek me tune ye. Li gel îxraçkirinê di warê aborî de jî me pir zehmetî kişand. Lê  tevî hemû astengiyan me têkoşîna xwe domand û em didomînîn. Di vî warî de tu car em neketin nava nakokiyê. Ji ber  ku em kêm zêde pergalê nas dikin û li gorî vê yekê têdikoşin. Piştî îxracê di sendikayê de min xebatên xwe domandin. Ji bo ku di warê aborî de em nekevin tengasiyê me alternatifên xwe ava kirin. Min bi hevserê xwe re qirtasiye vekir. Armanca vekirina qirtasiyê ji ew bû ku me ne dixwest têkiliya me bi dibistanan re qut bibe. Jixwe pişt re em baş hîn bûn ku, di her warê jiyanê de têkoşîn heye û divê me berxwe bida.”    ‘Me şaredariya xwe ji wan dîsa hildan û  me mazbata yên xwe ji gelê xwe hildan’   Gulcanê bertek nîşanî biryara YSK’a ya KHK’ê da û wiha pê de çû;” Îxraçkirina me û desteserkirina şaredariyên DBP’ê jî girêdayî hevdu bûn. Ev biryar û ev alozî ji aliyê hişmendiya desthilatdar ve hate zindîkirin. Bi van kirinan xwestin jinan di her qadên jiyanê de têk bibin. Lê em bi hêz û xwedî vîn bûn ku em li dijî vê sekinin. Ji xwe pişt re pêvajoya hilbijartinên herêmî dest pê kir. Ji bo ku têkoşîna xwe bidomînim, min ji bo namzeta hevşaredariya Artemêtê serî li HDP’ê da û ez bi dengê gel hatime hilbijartin. 3 mehan şev û roj bênavber me li Artemêtê xebatên xwe dan meşandin. Di xebatan de herî zêde eleqe û kelecana jinan ji me re bû moral û bû hêz. Em pê bawer bûn û me dizanibû ku em ê Artemêtê qezenc bikin. Lê me xwest em bi dengekî mezin bi ser bikevin. Ev hilbijartin ji me re ne hilbijartinek ji rêzê bû. Me xwest gel di 31’ê Adarê de bersiva herî xurt bide qeyyûman. Me şaredariya xwe ji wan dîsa hilda û mazbata yên me gelê me dan me.”    ‘Gelê Artemêtê dê  tu car qeyyûman wekî hevserokên şaredariyê nebînin û wê tu car qebûl nekin’   Gulcanê diyar kir ku biryara YSK’ê siyasî ye û diyar kir ku ew ê wekî hilbijêrên navçeya Artemetê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got:” Bi biryareke siyasî mazbatayên me hatine desteserkirin. Li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin ku, mazbata ji partiya duyemîn re hatine dayîn. Ji me re ya girîng ew bû ku gel wê biryara xwe ji kê re bide. Gelê Artemetê tercîha xwe ji HDP’ê re kir. Gelê Artemetê wê tu car qeyyûmên AKP’ê wekî hevserokên şaredariyê nebînin û wê tu car qebûl nekin. Her kolan a me ye. Her çiqas me di fermiyetê de ew mazbate hilneda be jî em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û wekî hilbijêrên Artemêtê em ê heta dawiyê têbikoşin. Îktîdara heyî wenda dike û ji ber wê li ser KHK’yan êrîşên xwe zindî dike. ”    ‘Bi rihê 8'ê Adarê û Newrozê herikîn qadên 1’ê Gulanê’   Gulcanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran û wiha dawî li axaftina xwe anî;" Li Tirkiyeyê hiquq hatiye binpêkirin. Di vê pêvajoyê de mafê karker û kedkaran tê binpêkirin. Pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê ye. Ev çalakî gihaştiye asta herî xeter. Armanca van çalakiyan ew e ku pêşiya muzakere bê destpêkirin û demokrasî ji nû ve bê avakirin. Li Tirkiyeyê herî zêde jî em jin bi zilmê re rû bi rû ne. Ew hêza ku em ji rêhevalên xwe re distînîn, em ê 1’ê Gulanê bi vê hêzê pêşwazî bikin. Sekna me ya li qadên 1’ê Gulanê wê pêvajoya Tirkiyeyê jî aşkere bike. Ji ber vê yekê divê em bi rihê 8'ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê û bersiva herî mezin bidin îktîdarê. "