'Li girtîgehên Herêma Marmarayê 713 binpêkirin rû dan' 2019-04-26 16:27:18   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, rapora “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmara” yên di mehên Çile, Sibat û Adara 2019’an de pêk hatin, ji raya giştî re aşkere kir û wiha hat gotin: “Di nava 3 mehan de 713 binpêkirinên mafan rû dane.”   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, rapora “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmara” yên di mehên Çile, Sibat û Adara 2019’an rû dan de amade kiribû, ji raya giştî re aşkere kir. ÎHD’ê li şaxa xwe ya li Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xist û rapor ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî ve hat xwendin.    Di raporê de binpêkirinên mafan ên li 21 girtîhan hatin jiyîn cih girtin û hat diyar kirin ku girtiyan herî zêde ji Girtîgeha Sîlîvrî, Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdag, Girtîgeha Tîpa M a Gebze û Bakirkoyê serlêdan kirin.     'Li Herêma Marmarayê 713 girtî çalakiya xwe didomînin"   Rapora ku tê de hat gotin di nava sê mehan de bi giştî 713 bin pê kirin hatin jiyîn wiha ye: "Girtî rastî îşkenceyê, derp, muameleya xerab û nêzikatiyêj dij mirovahî hatin. Weşanên weke pirtûk, rojname, kovar, name, faks û weşanên cuda bi hincetên cur bi cur li girtiyan hatin qedexe kirin. Bi awayekê keyfî hevdîtinên parêzer û malbatan hatine sînordar kirin. Mafê tenduristî û dermankirinê yên girtiyan bi hincetên cuda hatine binpêkirin û girtî di demên xwe de nehatine dermankirin û sewqkirin. Rêveberên girtîgehan bi awayekê keyfî cezayê dîsîplînê didin girtiyan û înfaza wan dişewitînin. Şewitandina înfazê weke çeke li hemberî girtiyan tê bi kar anîn. Li hin girtîgehan vexwarinên mîna vîtamîna B1, karbonat û hwd nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene. Li Girtîgehên Herêma Marmara bi giştî 713 girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin.”