Li Bakurê Fransayê kampa Jîneolojî bi dawî bû 2019-04-26 12:32:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakurê Fransayê ji hêla jinên Kurd ve Kampa Perwerdehiyê ya  Jîneolojiyê pêk hat. Li kampê li ser gelek mijaran perwerdehî û gotebêjî hate kirin.   Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-F) li Bakurê Fransayê li gel meclîsên jinan û însiyatîfan Kampa Perwerdehiyê ya Jîneolojiyê hat amadekirin. Li Chevrîeresê di navbeyna 22-25'ê Nîsanê de kampa bi organîzasyona TJK-F'yê bi tevlêbûna 44 jinan de pêk hat. Li kampê li gel jinan 19 zarok jî hazir bûn û hem ji xwe re lîstin û hem jî hatin perwerdekirin. Li kampê Rennes Sara Sewe, Evry Çîçek Botan, Drancy Zin ve Villeneuve-Saint-Georges meclîsên Ekîn Van  û Villiers-le-Bel, Crèil, însiyatîfên jinan en Paris û Normandia hazir bûn.   Bi jiyana komunal a kampê ne tenê perwerdehiya teorîk hate dayin, her wiha jiyan jî bi hevkarî hate parvekirin. Bi perwerdehiya Jîneolojiyê nîqaş hat kirin û tecrûbe hatin parvekirin. Jin li ser gelek mijaran hûr bûn, ji serdema klanan heta niha, bi rêbaza pirs û bersivan pozîsyona jinan a di dîrokê de hat nirxandin.    Li kampê zarok jî nehatin piştguhkirin û ji bo zarokan bernameyek hatibû amadekirin. Hem zarok hatin perwerdekirin û hem jî bi lîstikên cûr bi cûr lîstin perwerde hat dayîn. Li kampê perwerde bi tevlîbûneke serkeftî û bi coşeke mezin qediya.