Rozerîn Kurt a di greva birçîbûnê de ye: Ya ku ew ê serîhildanê geş bike hêza gel e 2019-04-26 11:55:43   ENQERE - Rozerîn Kurt a ku li Girtîgeha Girtî ya Sincana Enqerê de tê girtin ji 1'ê Adarê heta niha ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Rozerînê bi rêya malbata xwe peyam şand û got:"Bila gel ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê bêdeng nemîne. Me bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ya ku ew ê serîhildanê geş bike hêza gel e."   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 170'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.   Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 157'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 131'an de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 97'an de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 105'emîn de, ya Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin di roja 132'yemîn de,  ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 102'yan de. Her wiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 132'yemîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.    Rozerîn Kurt a ku li Girtîgeha Girtî ya Sincana Enqerê de tê girtin ji 1'ê Adarê heta niha ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Rozerînê bi rêya malbata xwe peyam şand û got. Rozerînê di peyama ku şande de ragihand ku moralên wan baş in û heta ku daxwaza wan qebûl bibe ew ê çalakiya xwe bidomînin.    Peyama Rozerînê wiha ye:   "Em li vir û em li berxwe didin. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Hemû kes dizane ku daxwaza me çi ye. Daxwaza me hiqûqî û mirovayî ye. Ev tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan e di heman demê de li ser hemû welatî ye. Banga me ya ji zindanê ev e:Bila gel ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê bêdeng nemîne. Me bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ya ku ew ê serîhildanê geş bike hêza gel e. Tiştên ku li zindanan diqewime berpirsiyariyek wicdanî ye. Divê bersiv ji bo vê berpirsiyariya wicdanî bê dayin. Lê em baş in moralê me baş e. Heta ku daxwaza me bê qebûlkirin em ê vê serîhildana xwe bidomînin."