'Jin eleqeyê nîşanî siyasetê nadin' 2019-04-26 11:12:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora PODEM'ê li Tirkiyeyê jin ji ber zimanê siyasetê yê mêr ji siyasetê re eleqeder nabîn. Jinan destnîşan kir ku zimanê siyasetê yê mêr bandoreke neyînî ser civakê dike.    Li gorî daneyên Komeleya Xebatên Demokrasî û Polîtîkayên Cemawerî (PODEM) li Tirkiyeyê ji sedî 21 jin bi siyasetê re eleqeder e. Herî zede jinên ku di temênê navîn de eleqeyê nîşanî siyasêtê didin û jinên ku 50 salî jortir jî eleqeyê nîşan nadin.    PODEM, bi ser navê "Ji çavê jinê li Tirkiyeyê siyaset, aborî û pirsgirêkên civakî" li 12 bajaran bi 2832 jinan re hevdîtin hat kirin. Li gorî lêkolînê ji sedî 76 jin tevlî siyasetê nebûnê. Li gorî daneyan jin ji siyaseta heyî napejirîne û rapor wiha dom kir: "Jin bi taybetî li Partiya Demokratîk a Gelan û ÎYÎ Partiyê re eleqedar dibin. Li gorî jinan di HDP'ê de temsîliyeta jinê tê kirin. Her wiha ji bo jinan pergala hevserokatiyê ya HDP'ê girîng e. Ji ber ku  ÎYÎ Partî ji hêla jinê vê tê bi rêvebirin bandorê ser jinê dike."   Li gorî raporê jin ji zimanê siyasetê ya mêr acizin û her wiha jinên ku dişibin mêr jî bandorê ser jinê dike û jinê ji siyasetê dûr dixe. Ji sedî 40 jin destnîşan kir ku siyaset jiyana wan diguherîne û bandorek neyînî ser jiyanê dike. PODEM, di rapora xwe de destnîşan kir ku ji sedî 50 jinan got ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng betalî ye.