Kibriye Evren a ku di grevê de ye nikare hevdîtinê bike 2019-04-26 10:36:53   AMED - Rojnameger Kibriye Evren a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de tê girtin û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ev 132 roj in di greva birçîbûnê de ye ji ber rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e nikare derkeve hevdîtinê. Hat hînbûn ku ev hefteyeke Kibriye nikare hevdîtina bi parêzeran pêk bîne.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li girtîgehan bi hezaran girtî niha di greva birçîbûnê de ne. Rojnameger Kibriye Evren a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de tê girtin û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ev 132 roj in di greva birçîbûnê de ye ji ber rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e nikare derkeve hevdîtinê. Hat hînbûn ku ev hefteyeke Kibriye nikare hevdîtina bi parêzeran pêk bîne. Di heman demê de di 16'ê Kanûna 2018'an de Evin Kaya û Hilal Olmez jî tevî Kibriye Evren dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.    Her wiha hat hînbûn ku Kibriye Evren di warê meşandinê de zehmetiyê dikşîne û hevalên wê yên din jî rewşa wan a tenduristiyê ne baş in.