‘Nîşandana KHK’yiyan pêngavek stratejîk bû’ 2019-04-26 09:15:15   ÎZMÎR - Kedkara perwerdeyê Ebru Dînçer da zanîn ku KHK’yî bi armanca muxalîfan bînin rewşa ‘miriyên civakî’ wek alava tecrîdê hatine bikaranîn û got di lîsteyên hilbijartinê de cih girtina KHK’yiyan ji bo AKP’ê bersivek bû. Ebruyê got heta kolan neyên xurtkirin, heta wek têkoşîna mafê mirovan, demokrasî, ked û aştiyê neyê dîtin, em nikarin bêjin ev encamên hilbijartinê ji bo birînan bûye derman.   Namzetên berê bi KHK’yê hatibûn îxrackirin û di hilbijartinên herêmî de bûbûn namzet û hatibûn hilbijartin, bi hinceta ji karên xwe hatine îxrackirin mazbatayên wan nedanê. Endama Egîtîm Senê Ebdur Dînçer jî ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin, der barê mijarê de axivî. Ebruyê diyar kir ku dewlet bi armanca muxalîfan bîne rewşa ‘miriyên civakî’ KHK’yiyan wek alava tecrîdê bi kar tîne û di hilbijartinan de nîşandana namzetên KHK’yî jî ji bo şikandina polîtîkayên tecrîdê gelek girîng bû û pêngavek baş bû. Ebruyê da zanîn ku tevî serlêdanên wan hatine qebûlkirin, mazbata nehatine dayîn û moralê hilbijartinan daye, li kolanan divê veguhere têkoşînê.   ‘Mafê hilbijartinê hat xespkirin’   Ebruyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dijhiqûqiya ku KHK’yiyan jiyan hatibû jibîrkirin û di lîsteyên HDP û CHP’ê de dîtina wan pêngavek polîtîk a rast bû û got: “AKP’ê li bajarên Kurdan bi qeyûman îradeya gel xesp kir. HDP’ê rêjeyeke cidî ya dengan ji nû ve şaredarî girtin. AKP’ê dest ji lîstikan berneda û bi KHK’yiyan dest bi karê xwe kir. Ev binpêkirina maf e. Xespkirina mafê hilbijartinê ye. Divê em li dijî êrîşên desthilatdariyê amade bin. Heta kolan neyên xurtkirin, heta wek têkoşîna mafê mirovan, demokrasî, ked û aştiyê neyê dîtin, em nikarin bêjin ev encamên hilbijartinê ji bo birînan bûye derman.”