‘Divê STO zêdetir peywirê bigirin' 2019-04-26 09:11:35   STENBOL - Rêveberên komeleyan diyar kirin ku ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bidawî bin û daxwaz bên qebûlkirin, rêxistinên civakî yên sivîl zêdetir peywirê bigirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Cîvaka Demokratî (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 170’emîn de didome. Piştî Leylayê li girtîgehan û Ewropayê jî çalakî belav bû. Ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehan 7 hezar girtî ketin grevê. Rêveberên komeleyan dan zanîn ku divê daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin.   ‘Divê wezareta dadê bikeve dewrê’   Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Semsuriyan Saîme Oguzhan destnîşan kir ku grevên birçîbûnê ji bo hemû mirovahiyê bange û divê wezareta dadê bikeve dewrê û demildest grev bi dawî bin, ligel vê divê siyasetmedar jî bikevin dewrê.   Saîmeyê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Em wek însiyatîfa sîvîl çi pêwist be amade ne ku bikin. Ez bang li rayedaran dikim. Bila dawî li vê bê. Divê muxatab bikevin dewrê. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê mirov zêdetir global kirin. Mirov bi hinceta têkiliya wan bi FETO û PKK’ê heye sûcdar kirin. Hîna jî sûcdar dikin.Ez bang li hemû komele, STK’yan dikim, ev tiştên tên jiyîn hovîtiyek mezine. Divê her kes bi awayekî hevpar deng derbixe.”   ‘Dengê xwe bilind bikin'   Endama Lijneya Rêveberiya Komelaya Çand û Pêşvebirin, Alîkariya Civakî ya Navçeyên Kigi- Karakoçan-Adakli,Yayladere,Yedîsu Zeynep Kuloglu banga hestiyariyê li hemû kesî kir û wiha got: “Banga me eve ku em wek mirovan bijîn. Em azad bijîn. Divê mirov bi awayekî azad daxwazên xwe bînin ziman. Divê neyên bêdengkirin. Her kes jiyanê heq dike. Dirêjbûna vê çalakiyê nikare bê qebûlkirin. Divê em hemû tiştekî dikin. Lê yên dikin jî tên bêdengkirin. Bi piştgiriya saziyên civaka sivîl wê ev çalakî bi dawî be. Divê bi awayekî hevpar dengê xwe bilind bikin.”