Ayşe Mînaz: Em bijarteyên gel in wê têkoşîna me bidome 2019-04-26 09:03:14   Zeynep Durgut   WAN - HDP’ê ji sedî 52  bi ser ket û şaredariya navçeya Tuşba ya Wanê bi dest xist. Lê YSK'ê  bi hinceta namzetê HDP’ê Yilmaz Berkî KHK’yi ye mazbata wî da partiya duyemîn. Der barê vê biryara YSK’ê de hevşaredara HDP’ê ya Tuşbayê Ayşe Mînaz nirxandin kir.   Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî di hilbijartinên 31'ê Adarê de ji sedî 52 bi ser ketin û  Şaredariya navçeya Tûşba ya Wanê bi dest xistin.  Lê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta Yilmaz yê HDP’î bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin mezbata wî da Salih Akman ê AKP’î. Têkîldarî biryara YSK’ê  hevşaredara HDP’ê ya Tuşbayê Ayşê Mînaz axivî. Ayşeyê diyar kir ku YSK’ê bi vê biryarê vîna gel desteser kir û got ku ew ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û wê têkoşîna wan heta dawiyê bidome.    ‘Gelê Tuşbayê ji HDP’ê re tercîha xwe kir’   Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di dema serlêdanan de YSK’ê tiştek ji wan re ragihandiye û got ku tevî hemû astengiyan gel tercîha xwe ji HDP’ê re kir û wiha axivî;” Ez di destpêkê de ji gelê Tuşbayê re spasiyên xwe pêşkeş dikim. Ji ber ku Tuşba ji me re navçeyeke stratejik û girîng bû. Me ji xebatên xwe yên hilbijartinê bi vê zanebûnê dan destpêkirin û em bi vî awayî nêz bûn. Di 31’ê Adarê de gelê Tuşbayê tercîha xwe ji HDP’ê re kir. Lê tevî hemû bêhiquqiya YSK’ê em ê wekî hilbijêrên vî gelî tevbigerîn. Belê niha di me de şikestinek heye. Ev şikestin ji li dijî edelet û hiquqê ye. Vîna gel hate xespkirin. YSK’ê dema ku me belgeyên xwe radest kirin tu pirsgirêk dernexist. Ev komplo bi destê darazê pêk hat. Em vê qebûl nakîn û şermezar dikîn. Mazbatayên me nehatine dayîn û 10-15 rojan hatine mijûlkirin. Em vê biryara YSK’ê şermezar dikîn. Vê biryar bi rûreşiyeke mezin cihê xwe di nav rûpelên dîrokê de girt. Em wekî meclîsa şardariyê em ê bi zanebûna bijarteyên gelê xwe tevbigerîn. Em vê bêhiquqiyê û bêmafiyê qebûl nakîn.”    ‘Min bi vê bertekê xwest wan rûreş û şermezar bikim’   Ayşeyê bal kişand ser civîna meclîsa Tuşbayê û got ku ev biryar xespkirina vîna gel e û wiha dom kir;”Me xebatên xwe yên hilbijartinê bi kelecan û coşeke mezin rêve birin. Di qadên hilbijartinê de me xebatên xwe di çarçoveya demokratîk de rêve birin. Me bi tu awayî namzetên AKP’ê hedef negirtin û me polîtikayeke wisa neda meşandin. Ji ber ku ev polîtîka li dijî rêbazên me ye. Em ji gelê xwe bawer bûn û me dizanî ku wê li ser sindoqan vîna gel derbikeve. Gava ku em çûn civîna meclîsa namzetê AKP’ê wekî ku ew bi vîna gel hatine hilbijartin nêz bû. Ew kes jî mamosteyê min yê dibistanê ye. Pirsgirîka herî mezin ji ev bû.  Me ji berteka xwe ya li dijî vê anî ziman û ev bertek ji berteka herî demokratîk bû. Vîna gel hate xespkirin. Me ji xwest bi vê berteke wan rûreş û şermezar bikîn.”    ‘Wê heta dawiyê  têkoşîna me ya hiquqî û civakî bidome’   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê li dijî vê biryarê têkoşîna wan bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî ;”Erê kesên ku vîna gelê Tuşbayê  xesp kir mamosteyê min bû. Di ku dera cîhanê de hatiye dîtin ku ji aliyê perwerdekarekî ve vîna gel tê xespkirin. Me li her deran ev anî ziman û em ê bînîn ziman. Lê gelê me ji baş dizane ku ev versiyona qeyyûman e.  Dibêjin gava ku me xebatkar ji kar avêtin em pir pê kêfxweş bûn. Ev bê rûmetî ye. Em vê qebûl nakîn. Di 31’ê Adarê de vîna gel derketiye holê. Em bi vîna gel hatine hilbijartin. Ji bo gelê me çi pêwîst be em amade ne û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiquqî û civakî bidomînin.”