'Dixwazin bi zextan qêrîna dayikan û dengê saziyan kêm bikin' 2019-04-22 15:01:24   ENQERE - Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê piştî mudaxeleya polîsan daxuyanî da û diyar kirin ku ew ji bo deng bidin dengê dayikên bi erdê re hatin kaşkirin hatine li hev kombûne.    Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) pêk tên piştî ku daxuyaniya wan a li Kizilayê hat astengkirin derbasî Navenda Giştî ya ÎHD’ê bûn û daxuyanî dan. Parêzer û parêzvanê mafên mirovan ên ji Amed, Wan, Colemêrg, Antalya, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê çûn Enqereyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da û got: “Heke polîsan êrîşî me nekira, me yê rapora xwe radestî Wezareta Dadê û partiyên li Meclîsê bikira. Lê destûr nedan vê radestkirina rapora me. Ev êrîşek tîpik a polîs û dewletê ye. Mudaxeleya polîsan berdewama OHAL’ê ye. Heke hêzên demokrasiyê dest bidin destên hev wê îktîdar dev ji vê feraseta xwe berde. Armanca me ew e ku em tecrîda li Îmraliyê û li girtîgehan rakin. Her tim em bi pêkanînên ceberût ên dewletê re rû bi rû dimînin. Rewşa ku Îtifaqa Cumhur aniye ev e.”    Pişt re Hevseroka OHP’ê Ayşe Aciniklî axivî û wiha got: “Parêzer hatibûn ku daxwaza miwekîlên xwe yên di greva birçîbûnê de ne ji Wezareta Dadê re ragihînin. Berî ku nexweşîn û qewimandinên xedar derkevin divê demildest gav bên avêtin. Em tenê dixwazin daxwaza miwekîlên me bê qebûlkirin.”    Sekretera Giştî ya ÇHD’ê Nergîz Tuba Aslan jî wiha axivî: “Me bi vê êrîşa li dijî xwe carek din dît ku Tirkiye di bin faşîzmek giran de ye. Em dixwazin li gorî qanûnan malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê pêk bînin. Divê daxwaza makeqanûnî ya ji bo Abdullah bicih were û tecrîda li ser demildest bê rakirin. Tecrîd tenê ne li hepsê heye li her deverî belav bûye. Li cihek sekinandin jî qedexe ye û ji bo mirov biçe cihekî destûr tê xwestin. Em bi dewletek ku nahêle em li ber avahiya xwe jî daxuyanî bidin re rû bi rû ne. Dixwazin deng û qîrîna dayikan bi zordestiyê bêdeng bikin. Ji bo em daxwaza muxatabên xwe ragihînin û dawî li pêkanînên faşîzan werin em ê hevdîtinê bikin.”    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku ew ji bo dengê her kes dibihîze û ji nedîtî ve tê rabigihînin hatine Enqereyê û got: “Ji bo em bibin dengê dayikên du roj berê rastî şideta li dijî rûmeta mirovahiyê hatin û bi erdê re hatin kaşkirin hatine Enqereyê. Hemû daxwazên maf hatine qedexekirin.”    Piştî axaftinan li ser navê komîsyonê heyetek ji bo partiyan re hevdîtin pêk bîne çû Meclîsê.