Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Ji her mirinekê hikûmet û hêzên navneteweyî berpirsyar in 2019-04-22 14:33:46   WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê, bal kişand ser asta greva birçîbûnê yên ku hatine destpêkirin û  got ku rewşa çalakvanên grevên birçîbûnê gihaştiye asta herî ne baş û got ku, ji her mirinekê hikûmet û hêzên navnetewî berpirsyar in.    Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku ji 26 saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî pêk tê, derbarê grevên birçûbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê hatiye destpêkirin û di encamê de 7 hezar kes li girtîgehan ku bi giştî 8 kesî jiyana xwe ji dest da daxuyanî da çapemeniyê.  Di daxuyaniya ku li avahiya TTB’ê hat dayîn de ji aliyê endamê TTB’ê Azîz Demîr ve hate xwendin.    ‘Li girtîgehan hatina xebera ji her mirinekê hikûmet û saziyên navneteweyî berpirsyar in’   Azîz diyar kir ku grevên birçîbûnê hatine asta herî xeter û wiha got:” Li Tirkiyeyê di dehan girtîgehan de bi hezaran girtî greva birçîbûnê didomînin. Ev çalakiya gihaştiye asta herî xetere. Derbasbûyina her rojekê rewşa çalakvanan ne baştir dibe. Em ji vê rewşê bi fikar in. Daxwaza girtiyan di cih de ye. Em wekî civakeke Tirkiyeyê em nikarin li dijî vê qêrîna di bin çar diwaran de bilind dibe xwe bêdeng bikin û benda mirinan bin. Heta niha 8 girtiyan ji bo heman daxwazê dawî li jiyana xwe aniye. Em  mirinan naxwazin û dixwazin hikûmet li dijî vê çalakiyê gav biavêje. Li girtîgehan de hatina xebera ji her mirinekê hikûmet û saziyên navnetewî berpirsyar in.”   ‘Êrîşa li dijî dayika bê wijdanî û bê exleqî ye’   Azîz bal kişand ser êrîşa ku li ber girtîgeha Gebzeyê li dijî dayikan pêk hatî û wiha dom kir;” Ji bo ku dengê zarokên xwe bidin bihîstin, dayîk li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk anîye û di wê encamê de bi êrîş û lêdana polîsan re rû bi rû mane. Ev êrîş li dijî wîjdan û hiquqê ye. Em van êrîşan qebûl nakin. Ger ku pêşiya van neyê girtin hêzên ewlehiyê wê êrîşên bi vî awayî zêde bikin. Ev êrîş ne ji rêzê ye. Divê ew kesên ku ev êrîş pêk anîn bên cezakirin û tiştê pêwîst çi be pêk bînin.”    ‘Divê hikûmet li gorî zagonên xwe tev bigere’   Azîz herî dawî bang li hikûmetê kir ku daxwazên girtiyan bînin cih û wiha bi dawî kir;” Divê hikûmet pêşiya civateke demokratîk ava bike û li gorî zagonan tev bigere. Ji bo ku mafên girtiya yên tendûristiyê pêk bê divê heyetan pêk binin û ji bo ku daxwazên wan bên cih derfet bên afirandin. Bi vê berpirsyariyê em bang li hikûmetê dikin ku li dijî pirsgirêkan bibin çareserî û bi lez gav biavêje.”