Çalakiya Leyla Guven di roja 166'an de ye 2019-04-22 13:57:33   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 166'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 166'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.   Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 153'yan de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 127'an de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 93'yan de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 101'î de, ya Rojnameger Kîbriye Everen ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin di roja 128'emîn de,  ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 98'an de. Her wiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 128'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.    Çalakiya grevê ya parlamenteran   Li avahiya HDP'ê ya bajêr çalakiya grevê ya parlamenteran didome. Çalakiya ku parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç di 3'yê Adarê de dan destpêkirin berdewam dike. Serdana parlamenterên çalakger a ji aliyê welatiyan ve jî berdewam dike.    Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin   Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 106 roj, Gurbet Ektîren 98, Mahsun Şen 108 û Mûrat Aksin 39 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 106 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 55 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.  Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan, niha li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.      Kesên çalakî pêk anîn   Li bajarê Almanya yê Krefeldê di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê  li ber dadgehê bedena xwe dabû ber agir û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpetê Mahsûn Pamay, Li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T Siraç Yuksek, li Girtîgeha Tîpa T F Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakya fedayî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.