Kesên ku hatin tehliyekirin çalakiya xwe li malê didomînin 2019-04-22 13:35:14   MÊRDÎN - Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê  dan destpêkirin piştî ku hatin tehliyekirin Mahsun Şen di roja di roja 108'an de, Gurbet Ektiren di roja 98'an de û Mahsun Aksin jî di roja 108'an de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.    3 çalakgerên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û piştî hatin berdan li malên xwe yên li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dewam dikin, hene. Çalakiya Mahsûm Şen di roja 108’an, Gurbet Ektîren di roja 98’an û Mahsun Aksîn jî di roja 39’an de berdewam dikin.    Mahsun şen pirsgirêka hafizayê dijî    Mahsun Şen ê 108 rojin di greva birçîbînê deye, di meha Hezîranê ya 2016’an li Dêrikê hat girtin û kirin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Mahsun di 17’ê Nîsanê de hat berdan û ji wê rojê û vir ve çalakiya xwe li mala malbata xwe li Taxa Bahçelîevler a Dêrikê berdewam bike. Mahsûn ji ber pirsgirêka nefes dayîn û standinê bi zorê di axive, gurçik û movikên wî diêşin û tiştan ji bîr dike. Bijîşkên Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO) yên peywirdar kirin, her roj kontrola tenduristiya Mahsun dikin û pêdiviyên wî yên bingehîn ji aliyê malbatê ve tên pêşwazîkirin.    Mahsun Aksîn di 1'ê Adarê de dest bi çalakiyê kir    Mahsu Aksin ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kir û piştî hat berdan, çalakiya xwe li malê dewam dike bavê 6 zarokan e. Mahsun ku bi Mehsun Şen re di heman dosyeyê de tên darizandin, di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Mahsun di 25’ê Adarê de hat berdan û çalakiya xwe li malê berdewam dike. Niha pirsgirkêk cîdî ya tenduristiya Mahsun tune ye.   Gurbet Etiren êşa movikan dikişîne   Gurbet Ektîren jî di sala 2015’an de hat girtin. Di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ma. Di 15’ê çile de dest bi greva birçîbûnê kir. Di 8’ê Adarê de hat berdan û li mala xwe ya li Taxa Cevîzpinar a Navçeya Dêrik a Mêrdînê greva xwe ya birçîbûnê didomîne. Kontrolên rûtin ên tenduristiya Gurbetê tên kirin û pirsgirêkek cîdi ya tenduristiya wê tune ye. Lê êdî êşên Ektîren dest pê kirine.    Hat zanîn ku birayê Gurbet ê piştî qedexeyên derketina derve yên li bajêr hat girtin Mehmet Ektîren û xalê wê Abdurrahma Şimşek jî, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.