HDP'ê 121'emîn Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir 2019-04-22 11:40:56   ENQERE - HDP'ê, bi boneya 121'emîn Roja Rojnamegertiya Kurd peyamekê pîrozbahiyê weşand.   Cigirê Hevserokê Giştî û Berpirsyarê Çapemeniyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Azad Bariş, bi boneya121'emîn Roja Rojnamegertiya Kurd peyamek pîrozbahiyê weşand. Bariş di peyama pîrozbahiyê ya bi ser navê "121 saliya Rojnamegeriya Kurdî li kedkarên çapemeniyê pîroz be!" weşand de ev tişt gotin:    "121 sal berê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve 22’ê Nîsana 1898’an li Qahîreya paytexta Misrê, rojnameya Kurdistanê dest bi weşana xwe û çalakiyên çapemeniyê Kurdî kir. Ji ber zextên dewleta Osmanî, Rojnameya Kurdistanê li Cenêw, Qahîre û Londonê hat weşandin, çalakiyên rojnamegeriyê li sirgûnê zîl da. Di rêwîtiya 121 salan de, damezrandina Rojnameya Kurdistanê îro jî ji bo rojnamegeriya Kurdî wek mîladê tê qebûlkirin û ev roj wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.    Rojnameya Kurdistanê 121 sal berê li sirgûniyê dest bi çalakiyên xwe kir, lê di ser re ewqas sal derbas bin jî, çalakiyên rojnamegeriyê û neqlkirina zanyarî û heqîqetê her û her rastî qedexe û zextên rejîman hatin. Di salên reş û tarî yên 90’an de, gelek rojnameger, kedkar û xemxwerên Kurdî hatin qetilkirin û di zindanan de hatin cezakirin. Gelek kes hatin binçavkirin û wendakirin. Lê rojnamegerên Kurd li ber zext û zorê, li ber kuştin, girtin û  destgîrkirinê ti carî serî netewandin û ronahiyê heqîqetê her û her geş kirin. Rojnamgerên Kurd, ligel zext û zor û qedexeyan tim û tim bûn neynika rastiya gelê xwe. Di serboriya mişt têkoşîn û mişt berxwedan de, îro jî alaya Rojnamegeriya Kurdî erdê neketiye.    Ji 1898an heta salên 90’an, ji 90’an heta îro, Rojnamegeriya Kurdî her tim di nav pêkutiyan de hate hiştin. Îro jî bi heman rengî ji aliyê AKP’ê ve çalakiyên Rojnamegeriya Kurdî tê astengkirin û kedkarên çapemeniyê tên girtin. Piştî teşebisa derbeya 15’ê Tirmehê, bi îlankirina OHAL’ê re, rojname, kovar, çapxane, ajansên nûçeyan, kanalên TV’yê hatin girtin, gelek rojnameger û kedkarên çapemeniya Kurdî hatin girtin. Ligel van zext û fişaran, rojnamegerên Kurd ji dilsoziya xwe ya vê mêrasa berxwedanê venegerîn û îro jî bûne dengê gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn.   121 saliya Rojnamegeriya Kurdî û damezrandina Rojnameya Kurdistanê li kedkarên çapemeniya Kurdî û li şopdarên heqîqetê pîroz be. Ji Mîqdad Mîdhed Bedirxan heta Apê Mûsa, hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin."