Malbata jina bi navê Cohera Salim El-Şexanbî wê qetil kir 2019-04-22 11:17:46   NAVENDA BÛÇEYAN - Li Nexweşxaneya Feyhai ya bajarê Besra yê İraqê jina bi navê Cohera Salim El-Şexanbî ji aliyê malbata xwe ve ji ber sedemên toreyên civakî hat qetilkirin.   Li Nexweşxaneya Feyhai ya bajarê Besra ya İraqê jina bi navê Cohera Salim El-Şexanbî dema ku zaroka xwe ya nexweş dibe nexweşxaneyê ji aliyê malbata xwe ve tê qetilkirin. Cohera Salim El-Şexanbî beriya 3 salan bê xwesteka malbatê bi ciwanê ku jê hez dikir re reviya.    Cohera demekê di bin çavdêriya malbata xwe de bû. Dema Cohera zaroka xwe ya 2 salî dibe nexwşxaneyê malbat wê dişopînin û li pey wê diçin. Dema Cohera derbasî hundirê nexweşxaneyê dibe bavê wê, birayê wê û jinek kêr bi xwe re rakiribû lê nasnameya wê nehat zanîn piştî wê derbasî nexweşxaneyê bûn û wê bi kêrê qetil kirin. Berî kes bi wan bihese derketin. Piştî lêkolînê derket holê ku Cohera ji aliyê malbata xwe ve hatiye qetilkirin.   Wezareta tenduristiyê ya Iraqê bang kir ku divê lezgîn lêpirsîn di derbarê vê bûyerê de were kirin.   Wezîrên İraqê jî ev bûyera ku di nexweşxaneyê de çûbûye şermezar kirin û gotin: "Gerek hemû sazî  û nexweşxane werin parastin da ku nexweş karibin bi hêsanî tedawî bibin."   Wezîrê tenduristiyê jî daxwaza pêkanîna destûra 9'an ya zagona parastina bijîşkan a 2009'an kir û wiha domand: "Divê li her nexweşxaneyekê navendek polîsan were avakirin ji bo ku ev bûyerê qetilkirinê neyê dubarekirin."