Malbatên li Gebzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2019-04-22 09:17:34   KOCAELÎ - Di çalakiya nobetê ya ku malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê dabû destpêkirin de 12 kes hatinbûn binçavkirin. 12 kesên ku hatibûn  binçakvirin serbest hatin berdan.     Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine, li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê dest bi çalakiya nobetê kiribûn û polîsan êrîşî malbatan kiribûn. Turkiye Bozkurt, Latife Bugday, Hatice Soyler, Damla Bagcı, Zeynep Calihan, Erdihan Erol, Oktay Eroglu, Zeynep Bayer, Cemile Çiftçi, Fehime Ekmez û Hazal Taş ên ku hatibûn kaşkirin û hatibûn derbkirin li Muduriyeta Emniyeta Gebzeyê îfadeya wan hatibû girtin. 12 kesên ku li emniyetê îfadeya wan hatin girtin, serbest hatin berdan.    Malbatên ku serbest hatin berdan, dê îro saet di 12.00'an de çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê dewam bikin.